NURHAQ GULBAHAR
Weke takekes di heman demê de weke civak, weke gel jî xala ku hebûnê bi kok dike Bîrewerî ye. Girîngiya Bîreweriyê jiyani ye û avakirina wê jî hişmendiyeke dîrokî, civakî, takekesî dixwaze. Bîrewerî forma herî xwirt a mirovahiyê ye. Bîr û jibîrkirin dijbertiyeke dijwar e. Bi taybetî ev dijberî ji bo gelên di bin mêtîngerî û dagirkeriyê de ne weke qada şer jî tê destgirtin. Ji bo gelê me jî bi taybetî div ê pêvajoyê de pêwîste li ser vê diyarde û dualîteyê lêhûrbûneke kur bê kirin. Ji ber ku em ji pêvajoyeke gelekî dijwar, hessas û xeter de derbas dibin. Lê bi tevahî xeteriyên xwe di heman demê de ji pêvajoyeke ku fersendên avakirinê jî dide, dijîn. Ji bo me Kurdan ku di bin dagirkerî û mêtîngeriyeke kur de jiyan dikin û di nav çar dewletan de parçe bûne, di encama vê de jî him pêrgî êrişên îmhayî yên fîzîkî û him jî yên çandî dibin, di wateya hebûnî de pirsgirêka me ya herî mezin hewildana, bêbîrewerî hêştina me ye.
Ji ber vê girîngiya Bîreweriyê, bi taybet di êrişên aqlê serdest û mêtînger de hilweşandina Bîreweriya gel û civakan, takekesan ji bîreweriya civaka xwe qut kirin rêbazeke herî dijwar ên êrîşan e. Ji ber ku civak û takekesên wê civakê yên bê Bîrewerî hatine hêştin, ji her cure êrîşê re vekirî dimînin û bêparastinin. Di encama serxistina vê yeke de jî pejirandin û jiyankirina Bîreweriya serdestan êdî tê wateya kuştin û asîmîlasyoneke cewherî ku herî zêde ev yek di berjewendiya serdestan de ye. Ev yek êrîşeke çandiye, êrîşeke hişmendiye û êrîşeke binyadî ye.
Weke rê û rêbaz hin caran destpêkê êrîşên qirkirina fizîkî pêk tê û piştre ya Bîrewerî, hişmendî, çandî û hunerî. Hin caran jî tenê qirkirina hebûnî pêk tê ku di hêla hebûna fizîkî de dest nade. Lê gelek caran her du bi hev re dimeşînin. Li aliyekî kuştinên fizîkî heta dawî bi awayên herî sosret birêve dibin û li aliyê din jî di hêla helandin û rizandina civak û takekesan de her du êrîşên xwe bi hev re dimeşînin. Armanc di her du hêlan de jî serkeftinê bidest xistine.
Di roja me ya îro de ev her du rêbaz bi hev re, di nav hev de û bi kurahî tê mêşandin. Biser hatinên komple yên van her du rêbazên di zik hev de, dixwazin civaka me di nav şokê de bihêlin. Bi van kiryarên sosret dixwazin qudum bişkênin, nehêlin fersenda fikirandinê pêş bikeve ku rêya herî baş û rast bê hilbijardin. Ji bo vê tê dîtin ku her roj ji roja beriya wê bêtir bûyereke sosret û karesat diqewime. Zarok pêrgî destdirêjî û kuştinan tên, jin bi awayê herî sosret, bi awayê herî dirindane pêrgî êriş û kuştinê tên, ji her pîvaneke exlaqî dûr, curreta qedexekirina zimanê me didin, dîsa curreta guhertina navên warên me yên qedîm, talankirina jêrerd û jorerda welatê me, destdirêjiya li ser ax, av û daristanên me tê kirin. Bi kurtahî êrîşeke dijwar, komple ya bi armanceke demdirêj û esasî birêve diçe. Ev êrîş li ser koka me, Bîreweriya me ya civakî, binyada me ya hebûniye. Bêbîrewerî hêştin, ta bi ta birîna rîşeyê ye û bêhişkirine. Di encama van tevahiya de jî bêparastin bûne. Ji ber ku Bîreweriyeke xwirt parastineke xwirte, xwe avakirine. Lê em mêze dikin wendakirina bîreweriya me ya kevn li hêlekê, dest davêjin zanîna me ya dem nêzîk jî. Ji ber wê bi rêya hêza herî nerm, hêza ku xwe diçizirîne nav hinav, hêza hunerê bikar tînin. Ji ber vê li ser surên Amedê di rêzefilmekê de di kesayeta keçeke Kurd de, teklîfa zewacê li zilamê Tirk tê kirin. Weke ku 9 sal berê li heman cihê lehengiya herî mezin Çiyageran li dar nexistibe û Sûr ji hêla dagirker ve nehatibe wêrankirin. Konserên desteserkirina çandê bi awayê herî birqoq tên li darxistin. Li Cizîrê jî weke ku lehengî û trajediyên vê dema dawî nehatine jiyîn, bi biriqandina esman û dengên dûrî dengên me yên qedîm şahiyan li dar dixin. Li aliyekê bi awayekî dirindane dîroka me ya qedîm binav dikin li hêla din li heman cihî bi festîvalên xwarin û vexwarinê ahenga vê yekê dikin. Li aliyekê zarokeke keç bi awayê herî dûrî wicdan, exlaq û aqil dikûjin li aliyê din li pişta wê bedena piçûk de hemû qirêjiyên xwe vedişêrin. Ev û gelek mînakên din. Rojane em dibin şahidên vê yekê. Bi şahî û ahengan dixwazin agirê di singa me de vemirînin, bidin jibîrkirin û her tiştî derdest bikin.
Armanca ku ji vê rewşa bi kriz çi ye, kêm zêde tê fêhmkirin. Lê bi qasî vê, li hemberî vê rewşa bi krîz divê em çi bikin û çawa bikin weke pirsên esasî li pêşberî me ne. Divê em ne xwe û ne jî yek kesên li derdora xwe ji destê van êrîşên ku dixwaze bê hişmendî û bîrewerî bihêle re berdin. Divê em di ferqa xwe de bin. Ji ber ku mirovên ku di ferqa xwe de ne xwedî parastineke cewherî ya bin nakevinin. Û her wiha tekane bersiveke me wê hebe; emê jibîr nekin. Ji bo wê jî emê di her şaneyên xwe de bîreweriya civaka xwe, axa xwe û ya dijmin bicîh bikin da ku nekevin xefkên pêşberî me.
Emê jibîr nekin; ji ber ku bi xweşî û nexweşiyên xwe ve Bîreweriya me hebûna me ye.