- Nivîskar Yaşar Aslan ê ku bi qasî 31 salan di girtîgehê de ma û piştre derketî, bal bir ser wêjeya Kurdî ya li zindanan û got: ”Kal û pîrên min zimanê dayikê bi min dan hezkirin. Wan ala zimanê Kurdî dabûn me. Divê me jî ev nirx û ev ala ku mezinên me dabûn me xweş biparasta. Loma jî min li zindanê bi Kurdî nivisî.”
ROZA METÎNA / AMED
Nivîskar Yaşar Aslan di 1973’yan de li Gundê Hatxê yê navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji dayik dibe. Di 1993’yan de dema li Zangîngeha Dîcleyê beşa Hiqûqê dixwînî ji ber xebatên polîtîk tê girtin. Piştre 36 sal lê hat birîn. Nêzî 31 salî di girtîgehê de ma şûnde derket.
Nivîskar Yaşar Aslan qala çîroka xwe ya nivîsandinê ya li zindanê, afrîneriya wêjeya Kurdî ya li zindanê û têkoşîna li dijî şertê zehmet ên li zindanan kir.
Yaşar di destpêkê de qala serpêhatiya nivîsandina xwe ya li zindanê kir û got: ”Rêwîtiya min a nivîsandinê di zindanê de dest pê kir. Min gelek pirtûk xwendin. Dema em di girtîgehê de bûn hevalan di nav xwe de ji bo rojên girîng pêşbirk li dar dixistin. Wiha bala min kişand û min dest bi nivîsê kir. Jixwe kesên têkevin girtîgehê tu bixwazî nexwazî bi xwendinê, şopandinê bi pêşketinan eleqedar in. Min jî wiha dest bi nivîsandinê kir. Min helbest, çîrok û pexşan jî ceribandiye. Min herî dawî di çîrokan de biryara xwe da. Min got dikarim pêş bibim.”
Min Kurdî tercîh kir
Yaşar da zanîn li zindanê wî nivîsandina bi Kurdî tercîh kiriye û got: ”Ez xwendekarek bûm. Ez bi polîtîkayê dadiketim. Bi vî awayî hatim girtin. Hewldaneke min her tim li ser parastina zimanê xwe hebû. Kal û pîrên min zimanê dayikê bi min dan hezkirin. Wan ala zimanê Kurdî dabûn me. Divê me jî ev nirx û ev ala ku mezinên me dabûn me xweş biparasta. Divê em li gor vê parastinê bijiyana. Loma jî em li zimanê xwe xwedî derketin. Me dikaribû bi Tirkî binivîsanda lê belê me nivîsandina bi zimanê Kurdî tercih kir. Min li zindanê bi Kurdî nivîsand. Hinek kes dibêjin ji ber em bi Tirkî hîn rehet xwe îfade dikin loma em bi Tirkî dinivîsin. Lê belê ji ber zimanê me di koma dezavantajê de ye loma jî divê em ji bo zimanê xwe têbikoşin.”
Bi çîrokan dadikeve
Yaşar da zanîn ew çîrokên xwe li ser rastiya jiyanê dihone û wiha dewam kir: ”Du berhemên min hene. Bêtir ez bi çîrokan dadikevim kêfa min bêtir ji çîrokan tê. Kurt û kurmancî ne. Rengbêj pêşî derket. Ev ji çîrokên me di nava têkoşîna xwe de jiyane pêk tê. Bingeha wê li ser tiştên me li dora xwe dîtiye hatiye avakirin. Ya dinê jî Sergovend e. Ev jî li ser jiyan û têkoşîna hevalekî di Adara 2014’an de jiyana xwe ji dest daye. Jiyana Aram Akyuz vedibêje. Niha jî dosyayeke dinê di destên min de ye û ez li ser wê dixebitim.”
Xwedî li berhemên zindanan derkevin
Yaşar banga xwedîderketina li ked û berhemên li zindanan kir û got: ”Li girtîgehan di warê nivîsandina berheman de zehmetiyên mezin hene. Nivîskar pir zehmetiyê dikşînin. Gelek hevalên ku berhemên hêja dinivîsin hene. Çîrok, helbest û romanên wan hêja ne. Lê ev berhem pirr bi zehmetî derdikevin derve. Zimanhez û saziyên me jî di warê xwedîderketina li ked û berhemên li zindanan xemsariyê dikin û eleqeyekê nîşan nadin. Rê li xebatên dilxwazên ziman ên li zindanan venabe û xebatên wan pêş nakeve. Loma jî gencîneyeke mezin a li zindanan a di warê wêjeyê de tê windakirin. Niha bi hezaran zanayên me di zindanan de ne. Bi rojan dixwînin, lêkolînê dikin, dinivîsin. Kesên baş nizanin binivîsin jî hevalên wan li wan guhdar dikin, dinivîsin û dikin berhem. Lê belê dema tu lê dinêrî bi sedan dosyayên li zindanan dema derdikevin derve ji ber xemsariyê nayên çapkirin. Nirxa ku tê xwestin ji bo van berhemana nayê dayin. Divê em xwedî li ked û berhemên li zindanan derkevin.”
Xebatên PENa Kurd
Yaşar bal kişand ser xebatên ji bo nivîskar û helbestkarên li zindanan ên bi pêşengiya PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd û wiha pê de çû: ”Bi pêşengiya PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd serdemekê pirtûkên nivîskarên di zindanan de dihatin îmzekirin, pereyê wê ji bo malbatan dihat razandin, li ser pirtûkên wan nirxandin dihatin kirin û li ser qenala youtubeyê ya Komeleya Wêjekarên Kurd danasîna pirtûkên helbestkar û nivîskarên di zindanan de dihat kirin. Ji bo pirtûka min jî roja îmzeyê li dar xistin. Wêneyên roja îmzeyê jî derdixistin û ji girtiyan re dişandin. Ev xebateke baş bû. Her wiha Antolojiya Nivîskar û Helbestkarên di Zindanan (Rabûna Berî li Gulberojan) de ya li ser navê PENa Kurd hat çapkirin jî ji bo xwedîderketina ked û berhemên li zindanan bi qîmet e.” Divê xebatên wiha dewam bikin.”
Girtî bêtir li ser rastiyê dinivîsin
Yaşar da zanîn nivîskarên li zindanan bêtir tiştên hatine jiyîn dinivîsin û got: ”Li zindanan ji ber zehmetiyek mezin heye loma jî carinan ev dibe sedem ku mirov xebateke xurt neke. Ev bi xwe qelsiyan derdixe holê. Ji salê 2000’î ve hemû girseya hevalên me yên girtî bi giranî bi zimanê xwe dixwînin û dinivîsin. Dema derketim derve min ev yek baş dît ku hinek malbatan navên zarokên xwe bi kurdî danîne lê belê zimanê xwe yê jiyanê kirine tirkî. Wêjeya ku li zindanê tê afirandin belkî ji gelek aliyên xwe têr ne xurt be lê hewldanek heye. Naveroka berhemên li zindanan li ser her mijarê ye lê bi giranî li ser tiştên ku hatine jiyîne. Lê me li ser pirsgirêkên xwe yên li zindanê kêm nivîsandiye. Ger me binivîsanda belkî ev pirsgirêk derketina asteke kêm.”
Li hêlekê nivîsandin li hêlekê jî parastin
Yaşar da zanîn wan her tim li zindanê li dijî êrişan berhemên xwe diparastin û wiha bi dawî kir: ”Li zindanê mirov dîl digirin lê belê mejî, dil û hest azad in. Nivîsandin jî ji bo wan dibe pirek û dikarin bi vî awayî ji xwe re li derve jî bigerin. Di nava wê kefteleftê de mirov berheman derdixin holê. Derxistina berheman a li zindanan jî pir zor e. Rêveberiyên girtîgehan nivîsandin asteng dikirin. Demekê nedihiştin em rûpeleke nivîsandî jî li gel xwe bihêlin. Nedihiştin em tiştekî biafirînin. Êriş çêdibûn. Me jî berhemên xwe diparastin. Ji bo nivîsandinê jî bingeheke dîrokî, çandî, siyasî lazim e. Berhemên klasîk ên Kurdî jî lazim e bên xwendin. Loma ji bo nivîsandineke xurt divê pirtûk jî hebin û bên xwendin. Piştî tu li zindanê dinivîse şûnde divê tu biparêzî û ji bo parastinê jî du nusha lazim e. Heta mirov du nusha derdixe ji gelek merhaleyan derbas dibin. Ev hinek zehmetî ne. Ji aliyekî jî nivîskarên girtî dixwazin berhemên wan jî li hawirdorê eleqeyê bibînin dema ne wiha be jî tu bêje nebêje ev dibe sedema moralekî nebaş.”