- Mehsûm Nisêbînî; “Meraqa min ya li ser zimanê kurdî di nava şoreşê de dest pêkir. Ev nizîkî sîh saliyê ku ez bi zimanê kurdî, bi zimanê dayîka şêrîn dinivîsînim. Her çiqasî ji demek dirêj ve ji salên zîndanê û salên din yên li çiyê min hinek helbest û rojnivîs bi zimanê dayikê dinivîsandin jî, lê ya esasî min li wargehê şehîd Rustêm Cûdî, nivîsa zimanê kurdî di warê rêzimanî de bi pêş xist.”
ZAHÎT EKÎNCÎ
Mamoste Mehsûm Nisêbînî yek ji wan lehengê Tevgara Azadiyê ye. Ew hem şoreşger û hem jî nivîskarekî dilnizm e. Heta niha di nava tevgerê de gelek xebatan biriye serî û piştî ji zimanê dayikê tahmê digire dest bi nivîsandina serpêhatî, helbest û rojnivîskan dike. Wî heta niha werger jî tê de 11 pirtûk çap kirine. Niha jî gelek pirtûkên wî hene ku ji bo çapkirinê hazir in. Her wiha wî dest bi nivîsandina romanekê jî kiriye û dixwaze di vî warî de berhemdariya xwe bidomîne. Me bi Mehsûm Nisêbînî re rabihuriya wî, serpêhatiyên wî yên di nava têkoşînê de û nivîskariya wî axivî. Me jê pirs kir û wî jî bi dilxweşî bersiva pirsên me da.
Ez dixwazim li ser berhemên ku te bi kurdî nivîsandine û yên ku heta bi niha hatine weşandin, hevpeyvînekê çêbikim. Lê belê berî ku em werin ser danasîna berhemên te, ez dixwazim ku tu hinekî bahsa rabihuriya xwe bikî, Mamoste Mahsûm Nisêbînî kî ye?
Ez gelekî bi vê helwest û hevpeyvîna ku tu dixwazî ligel min çêbike, kêfxweş û dilşadim. Ji bona vê derfeta giranbiha ya ku te daye min pir sipasiya te dikim. Belê, ez ji gundê Çalê yê ku girêdaye navçeya Nisêbînê me. Zaroktî û ciwanitiya min li gund derbas bû. Min dibistana seretayî ya zimanê tirkî biyanî li gundê Çalê qedand. Ji ber bêderfetiya malbatê, min nikarîbû xwendina bi zimanê tirkî ya ku asîmlasyon çêdikir, berdewam bikim. Di sala 1978 an de, cara ewilî hevalê Elî Xoce, Selîm Xoce û Îsa hatibûne gundê me û li mala xatîka min Sînemê, gelek zilamên gund civandibûn. Di vê civîna ku hevalan ji gundiyan re çêkiribûn de, ez jî weke ciwanekî kurd hazir bûbûm. Berî ku heval dest bi axaftina xwe bike, rûsipiyekî ji gund ji wan pirsîbû; ‘hûn kî ne û ji bona çi we em li vira kom kirine?’ Hevalan bi vê pirsa ku rûsipiyê gund ji wan kiribû pir kêfxweş bûbûn. Li ser vê pirsê, hevalê Elî Xoce bersiv dabû û gotibû; ‘xelkê me yê bi rûmet, em şoreşgerên Kurdistanê ne. Me hûn li vira civandin daku em hinekî ji we re li ser rewşa ku miletê kurd û Kurdistan têdeye biaxivin.’ Paşê hevalê Elî Xoce, nêzîkî du saetan ji me re bahsa zilm û zora dewleta tirkî dagirker ya ku li ser gelê kurd û gelên Kurdistanê dike kiribû. Wê demê ez 17 salî bûm. Ez ji axaftina hevalê Elî Xoce pir bi bandor bûbûm. Mîna min hemû gundiyên ku di wê civênê de amade bûbûn jî pir di bin tisîra axaftina heval de mabûn. Mîna ku ez ji nû ve werim dinyayê û çavên xwe li jiyanê vekim li min hatibû. Bi kelecaniyeke pir xurt ez bi tevgera Apociyan ve hatibûme girêdan.
Baş e, piştî ku te heval naskirin û tu ketî bin tesîra tevgera azadiyê, te çi kir?
Min têkiliya xwe ligel hevalan xurt kir. Piştî çend mehan ku min hinekî partiya PKK’ê naskir û şûn ve, hevalên Elî Xoce û Selîm Xoce erka ku ez di nava xortên gund de rêk û pêkiyê çêbikim dane min. Ez xortekî pir xwîn germ bûm û navenda ku em têde dijiyan jî hê germtir bû. Min hem li gund karê rêxistinî dikir û hem jî ez gelek caran bi hevalan re diçûm gundên derdorê û me kar û xebat di nava gundên Omeriyan de dikir. Her ku bi wê ve diçû, sempatî û hezkirina gelê herêmê ji Partiya Karkerê Kurdistanê re (PKK) zêde dibû. Lê li hemberî vê pêşketina girîng ya ku di nava gel de çêdibû, zext û êrîşên dewleta tirkî dagirker jî roj bi roj li ser tevgera me û gelê herêmê zêdetir dibû. Di zivistana 1979’an de; di milekî de êrîşên dewletê û di milekî din re jî êrîşên tevgera KUK’ê û hinek komên din ên ku bi navê kurdiniyê tevdigeriyan li ser tevgera azadiyê pir zêde bibûn. Ji hela van komên ku bi navê kurdîniyê tevdigeriyan ve li ser tevgera me êrîşên çekdarî hatin bi pêşxistin. Li hundirê Nisêbînê li ba pira Eleman, hevalê me Reşo ji hêla KUK’ê ve hate şehîd xistin. Û her wiha li gelek cihên din ên Kurdistanê êrîşên bi vî rengî ên çekdarî dihatin kirin. Dewleta dagirker jî ev yeka firset didît û her roj kuştin û girtinên xwe li ser tevgera azadiyê bi pêş dixist. Ez ji di wê hengemê û hînê de ji hêla jendermeyên tirko ve hatim girtin. Rojekê sax li min îşkence kirin. Çiqas kirin û nekirin ti tişt ji min fêm nekirin. Ji ber ku tiştek li ser min nihatibû girtin û ti tişt jî ji devê min negirtin, ez berdam. Lê jandermeyan gundê me rihet bernedidan. Her serê sibehê zû jendermeyên dewlatê davêtin ser gundê me û em li meydana gund kom dikirin. Di pey komkirinê re piskolojîk û fizîkî îşkence li me dikirin. Di wê demê de bi destên dewletê li bajarê Mereşê komkujî hatibû kirin. Rejîma dagirker dixwest van komkujiyên li gelek cihên din yên Kurdistanê bi pêşbixe.
Piştî ewqas zext û zora dexletê ya li ser gundiyan têkiliya te jî ji hevala qut dibe bi qasî ku ez dizanim. Ez meraq dikim piştî tu li gund mayî, an jî te çikir, çi bi serê te hat?
Te pirseke pir di cihê xwe de kir. Na, min hew dikaribû li gund bisekinim. Leşkeran em ciwanên gund rihet bernedidan. Ez ji ber zext û zilma leşkerên dewlatê neçar mam ku gundê xwe terk bikim û biçim bajarê Îzmîrê. Ez di sala 1980’an de li Îzmirê bi cih bûm. Ji bona ku ez karibim jiyana xwe bidomînim, min dest bi karê înşaatê kir. Ez weke mirovekî karker, di karê înşatan û gelek karên din de şixulîm. Di heman wextê de li Îzmirê, ez bi keça apê xwe Xelîl, bavê şehîd Serbend, (Murat Ozmen) Şukran re zewicîm û di nav salan de du keç û kurek ji me re çêbûn. Me navê keça xwe ya mezin kire Rûken, ya din kire Rohat û navê kurê xwe jî kire Serhildan. Dema li Îzmirê em çûne dayîra resmî û me xwest ku em navên zarokên xwe bi kurdî qeyd bikin; qebûl nekirin û ji me re gotin, ‘ev navan qedexene û em nikarin van navan di nasnameyên zarokên we de binivîsînin.’ Me ji navên ku li gorî wan û ne bi reza me dihatin qebûl kirin di nasnameyên zarokên xwe de dane nivîsandin. Lê min û dayîka zarokan ti carî bi navên ku di nasnameyên TC yê de hatibûn nivîsandin, bang li zarokên xwe nekir. Me zarokên xwe bi navên kurdî yên ku me li wan kiribûn, mezin kirin û me her tim bi wan navên kurdî bang li zarokên xwe kir û dikin. Her çiqasî ez çûbûme navendeke cûda û bi jiyaneke cûda rû bi rû mabûm jî, lê çirûska agirê azadiyê ya ku hevalan di dilê min de pêxistibû bê navber bi xweziyên min re gur dibû. Li Îzmirê jî min nikarîbû di cihê xwe de bisekinim. Piştî girtina hevalê Cemal Şevîk, kar û xebatên rêxistinî hema beje bêpêjin mabû û sekinîbû. Wê demê çend hevalên ku me hev û din ji nêz ve nasdikir; pêşî me di nava xwe de û di dûv re di nava gel de dest bi karê rêxistinkirinê kir. Piştî pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê, me di serê sala 1985’an de têkiliya xwe bi hevalên Eyaleta Mêrdînê re çêkir. Hevalê Elî Xoce û hevalê Îsa yên ku berî sala 1980’an li herêma me weke berpirsiyar bûn, dîsa hevalê Îsa û vê carê heval Elî Xoce jî bi navê Sebrî weke rêvebir hatibûn Eyaleta Mêrdînê. Piştî tekoşîna bi salan ya ku hevalê Sebrî û Îsa li herêmê dimaşandin û şûnve, pêşî hevalê Îsa û piştî bi salekê jî hevalê Sebrî şehîd ketin.
Wê dema ku tu bahs dikî, darbeya leşkerî pêk hatibû û zextên tûnd hebûn? Di wê demê de tê zanîn ku şert û mercên rêxistinkirina gel pir zahmetbû. Te û helavên xwe; we çawa dikarîbû xwe biparêzin û di nav gel de rêk û pêkiyê bikin?
Polîsan îstixbarata xwe pir xurt kiribûn. Mit û ajanên dewletê pir bûbûn. Lê belê ez û hevalên xwe jî pir bi tedbîr tevdigeriyan. Me jî bi awayekî eşkere propaganda û karê rêxistinî nedikir. Em çav girtî nedimeşiyan, em bi kesên nenas re nediketin nav têkiliyan. Ji 1983’an heta bi 1988’an, me li gelek taxên Îzmirê, Aydin, Denizli û Antalya’yê, di nav gelê me yê ku penaber bûbû de rêk û pêkiyan bi pêşxist. Me bi xêra vê rêxistinkirina gel; hem di milê maddî piştgirî dida şoreşê û hem jî me gelek ciwan tev li nava refê şoreşê kirin. Ev kar û xebatên me bê navber demeke dirêj hatin meşandin. Di sala 1988’an de, ez û çend hevalên xwe li Îzmirê ji hêla polîsên tirk ve hatin girtin. Em li nezaretxaneya şubeya dudan, bi hefteyan di bin çavan de girtî man. Polîsên dewleta tirk bi şev û roj li me gelek curê îşkenceyên fizîkî û yên psikolijîk kirin. Piştî ku bi heftiyan îşkence li me kirin û şûnve, em derxistin mahkemê û em girtin, avêtin hundirê hepsa Buca yê.
Piştî ku tu û hevalê xwe ji hepsê hatin berdan, we çikir?
Piştî ku ez ji hepsê derketim bi sê mehan ez, û hevalê Xalo, Zahîr û Bayram derbasî saha Rêber Apo, Akedemiya Şehîd Egîd Mahsum Korkmaz bûn. Wê demê gelek hevalên ku ji zîndanê derketibûn, hatibûne Akademiya Şehîd Mahsum Korkmaz. Hevala Şehîd Sara Sakîne Cansiz û gelek hevalên din yên ku bi salan di hundirê zîndanan de mabûn, tev li saha Seroketiyê hazir bûbûn. Partiyê bi awayekî berfireh konferansek bi navê zîndanê (zîndan konferansi) û bi tevlêbûnek dewlemend ya girtiyên ku ji zîndanê derketibûn li darxist. Konferans bi rengekî perwerdeyî û têr û tije derbas bû. Berî ku konferans çêbibe; Mihemed Şener reviyabû û çûbû îxanetê. Piştî ku konferans hate çêkirin bi demekê ji hêla Partiyê ve Mihemed Şener ê ku çûbû îxanetê hate ceza kirin. Ji xwe biryarek ji beryarên konferansê ew bû ku kesên sûc kiribin bê hesap neyêne berdan.
Dewreya we ya li akademiyê çawa derbas dibû? We perwerdehiya xwe bi çi rengî didît?
Dewreya me ya li Akademiya Şehîd Mahsum Korkmaz, pir baş derbas dibû. Navê dewreya me, dewreya Şehîd Ehmed Guler bû. Hema bêje piraniya rojan, Rêber Apo dihate dibistana Şehîd Hemze û em li hundirê dibistanê perwerde dikirin. Rêber Apo, her roja ku dihate dibistanê bi saetan ji me re diaxivî û em bi xurtî perwerde dikirin. Rêber Apo, em li ser dîrokê, li ser xeta partizantiya partiyê, li ser karê rêk û pêkiyê, li ser kesayeta azad ya şoreşger û her wiha gelek mijarên din perwerde dikirin. Me ji perwerde dayîna Rêber Apo, gelekî sûd digirt û em pir bi hêz û îrade dibûn. Terzê Rêber Apo, terzekî azad bû û dida azad kirin. Terz, sekn û nezikbûnên Rêbertiyê, bi her awayî ji bo me mînak bûn û pirspektifên tevgerkirina jiyaneke azad bûn. Bi destûra wê, ez dixwazim bi kurtî be jî serpêhatiyeke ku li Akademiyê bi serê me hatibû bînime ser ziman. Ji ber sedemekê rojekê çadıra ku em tê de diman şewitî, em hemû heval heyirî mabûn û me nizanibû em ê çibikin. Ji nişkê ve Rêber Apo û parazvanên xwe derketin hatin. Gava Rêber Apo dît moralê me qet tine ye, xwe nêzîkî me kir û bi ken ji me re got; “Mala mirov pirr girîng e. Malek we hebû we wê malê jî nekarî biparêzin; we mala xwe şewitand!” Gava ku wî vê gotinê kir di heman demê de dekiniya. Lê ev ken û nêzîkatiya wî ji me re bûbû dersek. Di dawiya dewrê de partiyê plansaziya hevalan çêkir û grup bi grup heval hatin erkdarkirin. Partiyê ez û çend heval jî şandin Rojavayê Kurdistanê. Li ser vê erkdariya ku partiyê dabû min, ez pêşî çûme bajarê Hesekê û paşê min li gelek bajarên Rojava kar û xebat di nava gelê me yê bi rûmet û ser bilind de kir.
Em werin ser kar û xelatên te yên wêjeyê. Kengî û li kuderê meraqa te ya ku tu bi zimanê kurdî binivîsîne çêbû?
Meraqa min ya li ser zimanê kurdî di nava şoreşê de dest pêkir. Ev nizîkî sîh saliyê ku ez bi zimanê kurdî, bi zimanê dayîka keddêr û şêrîn dinivîsînim. Her çiqasî ji demek dirêj ve ji salên zîndanê û salên din yên li çiyê min hinek helbest û rojnivîs bi zimanê dayîkê dinivîsandin jî, lê ya esasî min li wargehê şehîd Rustêm Cûdî, nivîsa zimanê kurdî di warê rêzimanî de bi pêş xist. Baş tê zanîn ku li wargehê ji dibistana seretayî heta bi ya lîse yê perwerdeya zimanê kurdî dihate dayîn û tê dayîn. Heta wê demê dayîna dersên zanîngehê jî dihatin bi pêş xistin û dihatin dayîn. Li wargehê asta rêzimanê kurdî pir bi pêş ketibû. Wê demê hejmarek hevalên Gazî û hinek hevalên din yên ku ji bo tedawiya fizîkî bibînin, hatibûne wargehê. Gelek ji wan hevalan bi çoşeke mezin li ser fêrbûn û bi pêşxistina zimanê kurdî disekinîn. Wan bi zimanê dayîka şêrîn helbest û biranînên xwe dinivîsandin. Ji ber ku derfetên xwendin û nivîsandinê hebû, min jî di nava wan salan de bi zimanê kurdî gelek helbest, serpêhatî û çîrok nivîsandin. Di nava wan derfetên hêja de, min xwe bi meraq û hezkirin li ser fêrbûna rêzimaniya kurdî bi pêş xist. Di vî warî de alîkariya mamoste yê hêja melê Şêrîn û ya mamoste Îsmed gelekî bi min re çêbû. Her ku min tiştek binivîsanda, min ew nivîsa xwe bi wan re parve dikir û me bi hev re nivîs sererast dikir. Dema ku min biranînên xwe yên berî salên heştêyî nivîsandin, xortê hêja Sedîq ê Mijînî jî pir alîkariya min kir. Ez bi dilgermî wan hevalên ku alîkarî didan û hemû gelê me yê hêja û bi rûmet yê wargeha şehîd Rustem Cûdî silav dikim û rêz û hurmetên xwe pêşkêşî wan dikim. Ew xwediyê kedê, şehîdan û şoreşê ne. Weke min li sor jî diyar kiribû, hema bêje hemû hevalan bi kurdî dinivîsand. Di wê demê de min hejmarek helbest ji hevalên Gazî yên ku li ser Rêber Apo û şehîdan nivîsandibûn kom kir û li gorî wateya helbestan bi nivîsandina pêşgotineke xweş ew ji çapê re amade kir. Paşê min ew pirtûka hevalên Gazî ya ku bi navê ‘’Henasek Ji Gulbêhna Gaziyan” şande Rojavayê Kurdistanê û ew bi alikariya mamosteyê hêja Ebû Egîd hate çapkirin.
Tu helbestê bi kijan şêweyî dinivîsîne û ji dema ku te hest bi nivîsa zimanê kurdî kiriyê heta bi niha, çend pirtûkên te hatine çapkirin?
Ez bi zimanê dayîka dilovanî şêrîn, helbestan bi herdû şêweyan jî dinivîsînim. Ez helbestê hem bi sitîla qafiye û hem jî bi sitîla serbest dinivîsim. Ligel helbestê min gelek serpêhatî û çîrokên gelêrî jî nivîsandine. Heta bi niha ji van nivîsên min hejmarek pirtûk hatine weşandin. Dîsa bi qasî sê pirtûkê çîrokên zarokan, min ji zimanê Elmanî wergerandine zimanê kurdî. Yek ji wan pirtûkên wergerê ya bi navê “Xuşkeke Piçûk Ji Bo Kendal’’ li Amedê hate weşandin. Herdû pirtûkên din jî ji bona weşanê amadene. Belê, ez dixwazim hinekî bahsa pirtûkên xwe yên ku hatine çapkirin bikim. Heta bi niha sê pirtûkên helbestan yên bi sitîla serbest, du pirtûkên helbestan yên bi sitiîa qafiye, sê pirtûkên çîrokan, du pirtûkên çîrokê zarokan yên bi wêne, (yek ji van pirtûkan wergere) pirtûkek jî ya amadekariyê, bi giştî yazdeh pirtûkên ku bi zimanê kurdî hatine nivîsandin û çapkirin. Ji bilî van pirtûkên ku hatinê weşandin, du pirtûkên wergerê yên çîrokê zarokan û pirtûkek jî min bi zimane helbestê ya ku min ji bona zarokan nivîsandiye ji çapê re amadene. Yanî halê hazir sê pirtûkên zarokan ji çapê re hazirin. Ji derveyî van min dest bi nivîsandina romanekê jî kiriye û ez hino hino romanekê bi zimanê kurdî dinivîsînim.