Mebûsa DEM Partî ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş ji bo Wezarê Çandê yê Tirkiyeyê Mehmet Nuri Ersoy bibersivîne pirsiyarnameyeke da Meclisa Tirkiyeyê.
Li Tirkiyeyê bi hezaran pirtûkxane hene lê di gelekan de pirtûkên bi kurdî têde nîn in û di hindik ji wan de hene. Mebûsa DEM Partî Guneş li ser vê yekê pirsiyarnameyeke da Meclisa Tirkiyeyê û xwest Wezîrê Çandê Ersoy bibersivîne. Guneş di pirsiyarnameyê de got ku li Tirkiyeyê gavek girîng e bi zimanên din, bi taybetî bi kurdî di pirtûkxaneyan de pirtûk cih bigirin û ev yek ji bo mafê xwendina bi zimanê xwe û xwegihandina agahiyê girîng e.
Rewşa Weşanxaneyên Kurd xerab dikin
Guneş bal kişandiye ser meseleya pirtûkan a di bin banê Midûriyeta Giştî ya Weşan û Pirtûkxaneyan de û gotiye ku li gor Rêziknameya Piştgirîdayîna Berhemên Edebî ji bo "berhema pêşî" piştgiriya madî heye. Guneş got; "Li gor vê bernameyê weşanger salê du caran dikarin serî lê bidin û di her serdanê de herî zede ji bo 3 berheman dikarin daxwaza alîkariyê bikin. Lê ji bo piştgiriya fînansê şert danîne; Divê bi zimanê tirkî be. Ev şert dibe sedem ku yên derveyî tirkî weşanê dikin fêdeya madî bi dest nexin. Di girtina pirtûkan a ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Weşan û Pirtûkxaneyan de jî pirsgirêk dixuye. Dema em li lîsteya pirtûkên di navbera salên 2010-2020'î de girtine dinêrin em dibinin ku ji weşanxaneyên kurdan gelek hindik pirtûk hatine girtin. Ev yek dibe sedem ku weşanxaneyên kurdan ji aliyê aborî ve bikevin nav rewşeke xirab û reqabeta di navbera weşangeran de ji aliyê weşangerên kurdan ve bibe neyînî."
Ji bo pirtûkên dervayî bi Tirkî çi planên we hene?
Guneş ji wezaretê 9 pirsên cuda kirine ku Midûriyeta Pirtûkxaneyan pirtûkên kurdî digire yan na, ger girtibin heta niha çend heb girtine û li pirtûkxaneyan çend pirtûkên bi kurdî hene? Guneş pirsa ger hindiktir pirtûkên bi zimanên derveyî tirkî dikirin ev yek ne li gor xala wekheviyê ya Zagona Bingehin e jî kiriye. Mebûsa DEM Partî Guneş pirsnameya xwe bi vê pirsê bi dawî kiriye, "Ji bo li pirtûkxaneyên girêdayî wezareta we pirtûkên derveyî tirkî zêdetir bibin çi plan û projeyên we hene? Ger hebin ev kîjan proje ne?".
DIYARNAME