Kovara du mehane bi kurdî û tirkî Dilop bi hejmara xwe ya 36'an li pêşberî xwendevanên xwe ye. Kovarê di vê hejmarê de meseleya kuştina Narîn Guranê derxistiye pêş.
Kovara çandî, hunerî û polîtîkayê Dilop du mehan carek derdikevin û niha bi hejmara xwe ya mehên sermawez û berfanbarê li pêşberî xwendevanên xwe ye. Kovar her hejmarê mijarake sereke dinirxîne, di vê hejmarê de mijara kuştina keçika 8 salî Narîn Guran hatiye nirxandin. Kovarê bi sernavê "Çi bû sedema kuştina Narînê?!" dest avêtiye mijarê û Sezai Sarioglu, Yuksel Genç, Kemal Înal û Yusuf Karataş li ser meseleyê axivîne. Fewzî Bîlge jî li ser meseleyê ji bo kovarê wêneyekî saz kiriye.
Dilopê bi sernavê "Di 50'emîn salvegera hunera wî de silav li Şivan Perwer" cih daye du nivîs û helbestek li ser hunermend Şivan Perwer. Di vî warî de Vedat Yildirim bi tirkî bi sernavê "Elli Yilin Elvereni", Îsmaîl Dîndar jî bi kurdî "Hozan im hozan!" nivîsandiye. Her wiha helbestek Dr. Eskerê Boyik ya ku berê li ser Şivan Perwer bi navê "Bilbilê welatê min" nivîsandibû belav kirine.
Di kovarê de 7 hevpeyvîn cuda jî hene. Recep Maraşli, Mervan Ozdemir, Îbrahîm Karca bi nivîsên xwe di kovarê de cih girtine. Her wiha Dr. Eskerê Boyîk, Dildar Zeynel, Cihan Ezer, Yildiz Çakar jî bi helbestên xwe ked dane kovarê.
DIYARNAME