‘Sosyolojiya Azadiyê’ êdî bi Spanyolî ye

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 19 Mijdar 2024 - 02:45

Pirtûka bi navê “Sosyolojiya Azadiyê” ya Abdullah Ocalan ku weke pirtûka sêyem a “Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk” tê zanîn ji hêla Weşanxaneya Descontrol û Meyman ve di meha Mijdarê de bi awayekî hevpar, bi zimanê Spanyolî hate çapkirin. 

Abdullah Ocalan “Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk” di navbera salên 2007 û 2010’an de nivîsand. Ew di van pirtûkên xwe de hizrên xwe yên şoreşgerî yên ku ji pratîk û teoriyên xwe fêr bûye tîne ziman. Ev manîfestoya Abdullah Ocalan weke “magnum opûs” ango karekî mezin jî tê bi nav kirin. Ocalan di her du cildên pêşî de ji dîroka şaristaniyê dest pê dike heta modernîteya kapîtalîst nirxandinan dike. Ew dîrokê ji nû ve şirove dike. Di cilda xwe ya sêyem de jî bi pirsgirêka herî mezin a sedsala 21’an ku divê bi awayekî lezgîn were çareserkirin dadikeve. Yanî ji bo “Sosyolojiya Azadiyê” rêbazekê bi ber insanan dixe û rêya çareseriyê nîşan dide.

Pênaseyeke berfireh a demokrasiyê

Serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan gava ku bingeha îdeolojîk û teorîk a Tevgera Azadiya Kurdistanê datîne, bi aweyekî berfireh “sosyalîzma zanistî” rexne dike û di pirtûkên xwe de jî bi vê mijarê dadikeve. Ew di her fersendê de dide zanîn ku endûstrîyalîzm, kapîtalîzm û netew dewlet bi nihêrîneke Ortodoks a sosyalîst nayê guherîn û veguherîn. Ew pêdiviyên sedsala 21’an û berxewdana azadiyê ya ku diguhere û vediguhere dide ber çavan, serî li zanyarên çepgir, radîkal û demokrat dide û bi vî awayî hebûn, azadî, felsefe, anarşizm, xweza û ekolojiyê dinirxîne. Ocalan gava behsa van têgehan dike li hember hemû şaristaniyên serdest; hegemonya, kapîtalîzm, baviksalarî û netew dewletê hişmendiya “şaristaniya demokratîk” derdixe pêş û bi reya vê hişmendiyê ango teza xwe pênaseyeke fireh û radîkal a demokrasiye pêş dixe.

Modeleke alternatîf; modernîteya demokratîk

Di pirtûka “Sosyolojiya Azadiyê” de Abdullah Ocalan behsa şêwaza şênber ya modernîteya demokratîk a ku li hember modernîteya kapîtalîst derdikeve jî dike. Ew vî tiştî weke alternatîfekê dibîne û nîqaş dike. Dîsa li ser heqîqet û azadiyê fikrên felsefîk û her wiha cudahiya berxwedana bi salan a di navbera dewlet û civakê de gavên şênber ango bingeha modernîteya demokratîk in. Abdullah Ocalan di pirtûkê de pêşniyazên xwe ji bo vî tiştî tîne ziman. Di pirtûkê de du pirsgirêkên sereke yên civakî ku îro krîza modernîteya kapîtalîst pênase dikin tên nîqaşkirin; desthelat û dewlet, exlaq û siyaset, hişmendî, aborî, endûstrîyalîzm, ekoloji, zayendî, malbat, jin û pirsgirêka nifûsê, bajarîbûn, çîn û burokrasî, perwerde û tendurisît, milîtarîzm û herî dawî jî aştî û demokrasi. Ev hemû pirsgirêk bi hevdu ve girêdayî ne û çavkaniya wan yek in. Yanî dewlet û desthelat civakê tine dikin-qetlîama civakî- û hemû pirsgirêk xwe dispêrin desthelat û hişmendiya dewletê.

Hûn dikarin pirtûka “Sosyolojiya Azadiyê” ya ji bo zimanê Spanyolî hatiye wergerandin ji Descontrolhttps://descontrol.cat/portfolio/sociologia-de-la-libertad/), Weşanxaneya Meyman û pirtûkxane.net’ê peyda bikin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.