- Nivîskar A. Selam Baran ê ku 30 salî di girtîgehê ma şûnde derket bal bir ser wêjeya li zindanê hatiye afirandin û got: ”Ji bo girtiyekî wêje sînorê hebûn û azadiyê ye. Li ser navê xwe bêjim ji bo girtiyekî wêje azadî ye. Riyeke pîroz e. Xwegihandina rastiyê û heqîqetê ye. Lewra di şert û mercên tunebûnê de li hemberî zordestiyê û neheqiyê qêrîneke azad û hewareke dilpola ye.”
ROZA METÎNA / AMED
Li Kurdistan û Tirkiyeyê ji ber nenaskirina ziman, wêje, çan û hebûna Gelê Kurd bi salan e zexteke mezin li ser Gelê Kurd heye. Kesên li dû doza xwe digerin bi salan e di girtîghan de tên hiştin û ji mafê xwe yê jiyaneke azad a rewa bêpar tên hiştin. Yek ji kesên têkoşor ê ku ji jiyana azad bêpar hatiye hiştin û 30 salî ji ber doza azadiya xwe di girtîgehê de maye nivîskar A.Selam Baran ê ji Qosera Mêrdînê ye.
A.Selam Baran di sala 1991’ê de li Edenê tevli refên şoreşgerên azadiyê dibin. A.Selam Baran piştî ku birîndar dibe, di sala 1994’an de ji aliyê rejîma Îranê ve radestî Tirkiyeyê tê kirin. A.Selam Baran 30 salî di girtîgehê de dimîne û di dema girtîgehê de ye dest bi afirîneriya wêjeyê ya li zindanê dike.
A.Selam Baran qala çîroka nivîsandina xwe ya li zindanê, berhemên xwe yê li zindanê nivîsandiye her wiha qala mijara xwedîderketina li berhemên li zindanan kir.
A.Selam Baran da zanîn wî xwe hêdî hêdî ber bi newala wêjeyê ve berdaye û got: ”Xwendina li girtîgehê pêşî li gelek tiştan vedike. Piştî ku bi deh salan şûnde min gelek pirtûk xwendin çend gotar, bîranîn û çend helbestên lawaz ne tê de êdî hêdî hêdî min xwe ber bi newala wêjeyê ve berdan. Destpêkê wekî rojnivîskê min çend lênûsk dagirtin. Paşê meyla min çû ser çîrokan. Min çend çîrok nivîsandin. Li ser vê min pirtûkên li ser teknîka wêjeyê, romanê peyda kir. Min bi vî rengî lêkolînek cidî kir.”
Nivîsandina li zindanê
A.Selam Baran qala zehmetiya nivîsandina li girtîgehê kir û wiha pê de çû: ”Nivîsandin karekî zehmet e. Tew di girtîgehê de ev zehmetî pir diyar e Ev zehmetî ne yekalî ye. Di van şertên dijwar de ji alî ve divê mirov bala xwe û dema xwe bide ser nivîsê. Hawireke bêdeng pêwistiyek e lê di menzelên qelebalix de bêdengî zehmet e. Peyde nedibû lewra ji bo hawira nivîsê bêdengî tiştê herî jêneger e. Lê ew ji bo zindanê ne derbasdar e. Wekî mînak bêjim di nivîsê de meriv li ser mijarekê hûr dibe lê te nihêrî hevalek hat hinda te û dest bi sohbetê kir. Yekî dinê dest bi jenandina tenbûrê kir. Hadê te ew jî derbas kirin ji bo ku berhemên te nekeve destên gardiyanan destên te li ser dilê te ye. Berhemên gelek hevalên me wiha hatin desteserkirin. Ev tiştekî pir zehmet e. Bi serê xwe parastina berhemekê û ew derxistina derve pir pîroz û watedar e.”
Em hêza ziman û wêjeyê sivik nebînin
A.Selam Baran qala girîngiya nivîsandina bi zimanê kurdî kir û wiha dewam kir: ”Ez na şaş bim nivîskarê Fransizî Balzac dibêje,’Roman dîroka neteweyekîye’. Bi ya min a ku gelan dike netewe û hebûna wan qewîm dike ziman û wêjeya wê ye. Lewma wêjeya neteweyekî hebûna wan stûna dîroka wan e. Mixabin di vê mijarê de em stûxwar in. Li gel ku em xwediyê dîrokek qedîm û kevnar in em nirx û bûhayê zimanê xwe û wêjeya xwe nizanin. Ez ji bo xwe dikarim bêjim ku di wan rojên tarî û dijwar de nivîsandin nefesek bû. Nefeseke jiyanî û civakîbûnê. Jiyan bê nivîs nedibû. Bi qasî av û xwarinê pêwist û girîng bû. Lê ji hêla dinê ve jî ya ku herî zêde min diêşîne ew e ku dibêjin te çima bi tirkî nenivîsand. Dibêjin xwezî te bi tirkî binivîsanda em bi kurdî fêhm nakin. Belkî di niyetê de pirsgirêka vê gotinê tune be. Lê di hêla hişmendiyê de bi min giran tê. Em ne li hemberî zimanan e lê belê heta zimanê me hebe em çima zimanê xelkê têxin devê xwe. Em di vê mijarê de pir xemsar in. Ya dinê jî divê bi giştî saziyên me bi têr û ber rista xwe bilîzin. Wêje heye, xebat heye lê derfeta ku ev bê kanalîzekirin tune ye. Sazîkirin û rêxistinkirin qels in. Ev jî qelsiyeke cidî ye. Ji ber vê ez pêşeroja ziman û wêjeya kurdî qels dibînim. Vêya wekî bêhêviyekê yan jî wekî reşbîniyekê nabêjim wekî rastiyekê dibêjim. Loma divê em Gelê Kurd hêza ziman û wêjeyê sivik nebînin. Em ji bîr nekin ku Baba Tahirê Uryan, Sîyahpûş, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Cegerxwîn û hîn gelek şexsiyet û pêşengên hêja li ser vê erdnîgariyê û zimanî kok û rehên xwe berdane bin vê axê. Û şax û guliyên xwe vekirine. Em xwedî dîrok, pêşeroj û zimanekî kevnar û qedîm in. Bes ku em bi hêza zimanê xwe binivîsin.”
Berhemên li zindanê hatine nivîsandin
A.Selam Baran bal bir ser berhemên xwe yên di zindanê de nivîsandiye û got: ”Di zindanê de min gelek berhem nivîsandin. Mînak pirtûkeke min a çîrokan bi navê ‘Kaniya Xezalan’ ji Weşanên Aryenê ve di 2018’an de derket. Ev pirtûka min ji qewdek çîrokên kurdewarî pêk tê. Bi zimanekî fesîh min hewl daye ku êş û kedera gelê xwe pêkûtî û tehdayiyên li ser gel hatine meşandin vebêjim. Her çîrokek cîhanekê û êşekê vedibêje. Min kul û derdê xwe di van çîrokan de civandine ser hev. Romana min a bi navê Şemsê jî ji weşanên Sîtavê di sala 2023’yan de derket. Şemsê pirtûka min a duyemîn û romana min a destpêkê ye. Mijara wê balkêş e. Şemsê jineke ciwan a ducanî ye û ji hêla kevneşopiyan ve tehde lê tê kirin. Di sala 2007’an de ji hêla hin kesan ve li gel pitika di zikê xwe de, ducanî bi keviran tê recimkirin. Cenazeyê wê ji hêla jinan ve tê rakirin. Dema min ev nûçe ji rojnameyê xwend li ser min bandoreke mezin kir. Ez gelekî pê êşiyam. Bi awayekî bêdeng qêrînên min wê demê li dîwarên girtîgehê diqelibîn û li min vedigeriyan. Min biryar da ku çîroka Şemsê binivîsim. Lê paşê ev fikra min xwe qeliband romanê. Lê ji bo ku bikaribim vê romanê binivîsim di derheqê jiyana Şemsê de di destên min de tu agahî û metaryal tunebûn. Li ser vê min vehûnandina wê di serê xwe de saz kir û dest bi nivîsandinê kir. Ev jî hewarek û qêrînek min bû. Di encamê de berhemeke wisa derket. Bi derketina vê berhemê ez gelekî şanaz û bextewar im. Romaneke min a bi navê ‘Sehra Marê Kor’ jî hîn min çap nekiriye. Dîsa min pirtûkek ‘Pira Jinên Zanist’ wergerandiye kurdî. Bawer im di dema pêş de wê ev bê weşandin. Dîsa pirtûkek Semra Kaygusun a bi navê ‘Di Rûyê Te de Cîhek’ û ya H. Alî Toptaş ‘Ez Guliyeke Dara Gurganê Me’ wergerandiye kurdî. Pirtûkek min a bi navê ‘Gilîdaxê’ jî qediyaye. Lê ez ê kengî û bi çi awayî biweşînim niha ne diyar e.”
Ji bo girtiyekî wêje azadî ye
A.Selam Baran da zanîn di girtîgehê de jî wêje bi sînorê azadiyê dest pê dike û wiha got: ”Ji bo girtiyekî wêje sînorê hebûn û azadiyê ye. Li ser navê xwe bêjim ji bo girtiyekî wêje azadî ye. Riyeke pîroz e. Xwegihandina rastiyê û heqîqetê ye. Lewra di şert û mercên tunebûnê de li hemberî zordestiyê û neheqiyê qêrîneke azad û hewareke dilpola ye. Di nava tunebûnê de xwe ji rastiya jiyan û têkoşînê dûr naxîne. Bi awayekî wêjeya şoreş û civakê dike. Ev li hemberî zordestiyê qêrîneke tazî û azad e. Di girtîgehê de jî wêje bi sînorê azadiyê dest pê dike. Loma ya ku hêza pênûsê xurt dike û kes digihîne hebûna xwe hêza pênûsê û rastiya wêjeyê ye. Dibe ku di afirîneriya girtîgehê de kêmanî hebe lê di encamê de gelek berhemên hêja ji girtîgehan derdikevin û rol û risteya xwe lîstine. Bi ya min ji bo paşerojê zindan hêviyek xurt dide. Lewra dizanim ku hîn gelek berhemên hêja di tûrikên girtiyan de hene. Xweziya wan rojan ku ev berhemana derkevin ber ronahiyê.”
Di girtîgehê de wêje cihekî girîng digire
A.Selam Baran diyar kir ku wêje ji bo wî nefesek e û wiha pê de çû: ”Di girtîgehê de wêje cihekî girîng digire. Mirovên ku nikarin derd û kulên xwe bi nav bikin li ser wêjeyê xwe îfade dikin. Wêje ji bo min jî nefesek e. Xwedîtin û xwezanîn e. Xwezanîn jî meşa ber bi heqîqetê ve ye. Tew wêjeya kurdî û nivîsandina bi kurdî ji bo min karekî wîjdanî û exlaqî ye. Heke min bi kurdî nenivîsanda ez ê ji rastiya xwe dûr biketama û dê wîjdanê min darbe bixwara. Wîjdanê mirov xwedayê mirov e. Ji ber vê min ev rê tercih kir. Zor bû zehmet bû lê ya ku meriv li ser piya dihişt ev bû. Di wêjeyê de jixwebawerbûn girîng e. Elbet riya rexneyan jî li vir vekiriye. Lê li girtîgehê carinan rewşa ‘xwe ji rexneyan re girtin’ derdiket holê. Bi baweriya min rexne hêza wêjeyê xurt û qewîm dike. Wêjeya baş û qenc diafirîne.”
Xwedîderketina li berhemên zindanan
A.Selam Baran da zanîn pêwist e ku xwedî li berhemên li zindanan bê derketin û wiha got: ”Bi ya min pirseke herî girîng jê ev e. Pirsgirêk ne tenê ew e ku li derve gelê me xwedî li berhemên zindanan derkeve. Berhemên ku li derve jî tên nivîsandin xwedî lê nayê derketin. Jixwe di vê serdema kapitalîst de xwendinê jî darbe xwariye. Kêm dimîne. Bi hebûna înternet û telefonan ziman û xwendin pûç bûye. Jixwe bêeleqedariyek heye. Êdî çapkirina pirtûkekê jî mesrefeke cidî dixwaze. Weşanxaneyek dikare ji bo pirtûkekê 70-75 hezarî bixwaze. Ev ji bo kesekî gelekî zehmet e û ne asayî ye. Divê ji bo vê riyek an jî çareseriyek bê dîtin ku hem nivîskar hem jî weşanxane neeciqin û bikaribin ji binê bar rabin. Saziyek kolektîf an jî kooperatîfek pêwist e.”