Hinek felsefe

Nûçeyên Forum

Sêşem 19 Mijdar 2024 - 00:29

OSMAN KAPAN

Felsefe, babeteke kûr, direj û berfireh e. Em nikarin bi çend gotina vê babetê bînin ziman. Me xwest bi çend gotina ragihînin bê kok û çavkaniya felsefê ji ku tê û çavkanî ku dever e. Wekî her tistî dîroka felsefê jî serdestan nivîsî ye. Ew bingeha her tiştî li gorî berjewendî yên xwe dinirxînin. Ango, diwarê xwe li ser riknê derewan lê dikin. Kurt û kurmancî, dîroka wan ya talan û diziyê ye. Lê vêna bi derewîna dirêsin û bi gelan didin pejirandin, bi demê re ev derewîn dibe “rasteqînî“

Di hemû dibistanên dinê de, bingeha felsefê ji Yewnanan didine dest pê kirin. Ji Sokrates dest pê dikin û diçin. Bê guman li wir fesefe heye û bi demê re jî xurt bûye. Em vê înkar nakin. Ji xwe, di herikandina nivîsên xwe yên din de emê behsa vê yekê bikin.

Çavkaniya felsefê em dikarin bêjin ku Mezopotamya ye û ji wir belav bûye. Lewra Mezopotamya hinderland e. Dema ku em li dîrokê dinerin, sê koçberiyên mezin ji Mezopotamya dest pê kirine û belav bûne. Her koçê bi xwe re zanîn û çêkirinên xwe jî birine. Koça yekemîn B.Z.bi sê hezar sal e. Ev koç li Rojhilat û rojava belav dibe. Ev gelê aryen heya bi Hindê diçin, çengê din jî bi hêla Balkan ve diçe. Koça duyem jî, B.Z. bi du hezar salan e. Ew jî heman rê dişopînin, bi zimanê mecazî em bêjin; diçine baklbavan! Koça sêyem B.Z bi hezar salî ye.

Ji hêla zanyariyê ve koça sêyem bi bandor e. Lewra hem ji hêla çand û hunerê ve hem ji hêla felsefê ve nêrînên berfireh û berbiçav hene. Li Mezopotamya baweriya Mazdeizmê pirr xurt e. Temelê Mazdeîzmê, li ser başî û nebaşiyê, reş û tariyê ye. Diyalektîk li ser vê bingehê ye. Îca Mazdeîzm di nava xwe de Mitolojî, Ol û Felsefê bi hev re dihewîne. Ango hîn ji hev nehatine veqetandin. Bi wî awayî di xurcezîna koça sêyemîn de çûye!

Felsefe û Ol di demên kaotîk de şênber dibin û zorê didin e zanyariyê. Îca dema ku em li dîrokê dinerin ji Asya dûr bigire heya Rojhilata navîn û Anatoliyê serdemeke kaotîk heye. Êdî ol, çand û hunera heyî têra gelan ne dikir. Diva bû ku tiştên nû werin gotin, hiş û mêjî têr bibe. Ji bo ku ev rewşa kaotîk ji holê were rakirin û li ser hîmê pergaleke nû bi pergal bibe, li Mezopotamya, Hînd, Çîn û Anatoliyê çend kesê bijarte ketin nava lêgerînê û bi pergala heyî re ketin nava hesab. Helbet ku meriv tiştekî nû saz bike,dive li ser temelê ya heyî, lê ji ya heyî çêtir û nûjentir be. Îca wan tişta heyî hem kêm, hem ji bersivandina demê re netêr dîtin. Lewra mîtolojî û Ol ê Zerdeşt e.

Beriya em derbasî felsefeya Zerdeşt bibin, çend tiştan bibêjin. (ji xwe emê, felsefeya wî di nivîsa duyem de bînin ziman)

Ji bo Pêxember Zerdeşt dîrokzan dibêjin; Di dîrokê de behsa sê Zerdeştan tê kirin, yê yekem li derdora sê hezar sal(B.Z) yê duyêm du hezar û heya derdora heşsed, heftsed salî (B.Z) de ye. Yê sêyem B.Z şeşsed salî ye.

Rêberê gelê Kurd dibeje. “Derketina tevgera Zerdeştî, B.Z bi bi hezarî wekî tevgereke reformê dest pê kir. Dibêjin di gerdîşa Ahura Mazda de reform kiriye. Baweriya gelên Aryen ya herî kevnare Ahura Mazda ye…“

Belê me di serî de got, bingeha felsefeya Zerdeşt, Mazdeîzm e. Îca ev bawerî bi wan koçan li Asya dûr, Hind û Anatoliyê belav bûye. Emê di nivîsên xwe yên pêş de, bi kinasî behsa Zerdeşt, Bûda(Siddhartha) Konfuçyûs, Lao-Tzu, Thales…bikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.