- Yek ji bedewtirîn helbestvanên Kurd ku guhertinên nû û bingehîn di helbest û şêweya nivîsandinê de pêk anî û şêweya qafiyeya Erebî di helbesta Kurdî de ji holê rakir û bi şêwaza nûjen a Kurdî helbest nivîsand, Helbestvan Abdullah Goran bû.
Bi ser koça dawî ya wî Helbestvanê Kurd Goran re 62 sal bihurîn. Helbestvan Goran bi nasnav Ebdullah Begê kurê Silêman Begê Ebdullah Beg di sala 1905’an de li Helebceyê ji dayîkbûye. Bav û bapîrên Goran jî di warê Honrawî û wêjeyê de xwedî kêrhatin bûn. Malbata wî ji begzadeyên ‘Mîran Beg’ ên li navçeya Merîwanê bûn. Piştre berê xwe didin Helebceyê, ji ber ku xwe weke Caf didîtin û li wir niştecih dibin.
Goran li cem bavê xwe dersa Quranê û dema seretayî xwendiye. Piştre li Mizgefta Paşan a Helebceyê bûye feqe. Di sala 1919’an de piştî bavê wî koça dawî dike û kuştina birayê wî, 1922’an de ji bo dabînkirina debara jiyana xwe û dayîka xwe dest ji dibistanê ber dide. Ji sala 1922 heta 1925’an gelek zor û zehmetiyan dikişînin. Cara yekem di sala 1925’an de wek mamosta li Helebceyê tê tayînkirin û heta 1937’an li dibistanê sînorê Helebceyê dimîne û xizmetê dike.
Li dijî faşîzmê têdikoşe
Piştî sala 1937’an li Daîreya Karûbarên Rêyan dest bi kar dike û heta sala 1951’ê li wir dimîne. Di wan salan de bi çend rewşenbîrên din ên Kurd re diçe Yafaya li Filistînê. Li wir ji bo beşdarî têkoşîna li dijî faşîzmê bibe, di radyoya Rojhilata Nêzîk de beşa Kurdistanê vedikin. Di Mijdara sala 1952’yan de tê Silêmaniyê û dibe berpirsê Rojnameya Jîn. Heta Îlona 1953’yan vî karî berdewam dike. Di 17’ê Cotmeha heman salê de bi cara duyem li gel hinek aştîxwazên Silêmaniyê tê girtin û salekê cezayê girtîgehê û salek jî çavdêriya polîsan li ser de tê birîn. Dema girtina wî li Silêmanî, Kerkûk, Kut, Baqûba û Nûgre Selman derbaz dibe, her wiha dema mayîna bin çavdêriyê de jî li Bedirê derbaz dibe. Di 17’ê Îlona 19562an de tê berdan û diçe Bexdayê û çend rojan li wir, di projeyek ya çêkirina sîteyan de kar dike.
Mîmarê helbesta Kurdî ya nûjen e
Di destpêka sala 1959’an de sernivîskariya kovara Şefeqê digire ser xwe û bi navê Beyan çap dike. Li Îskanî Silêmanî ava dike û heta nîveka salên 1960’î li wir kar dike. Di nîva sala 1960’an diçe Bexdayê û dibe alîkarê profesorê di Beşa Kurdî ya Koleja Hunerî ya Zanîngeha Bexdayê de. Her wiha dibe endamê Desteya Nivîskarên Rojnameya Azadî. Goran ji nûbûna edebiyata neteweyên din ên wekî Tirkî û Îngilîzî pir haydar bû ji ber ku nexwest ji edebiyata demê dûr bibikeve û dest bi wergerê kir. Ew yekem helbestvanê Kurd bû ku dev ji şêwaza qafiyeyê ya berê berda û helbesta Kurdî vegerand ser şêwaza tîpên Kurdî. Goran di wê baweriyê de bû ku divê helbesta Kurdî ji qafiyeyê bigire heta bi tîpan, Kurdî her tiştî bigire dest. Li gel helbestan, di warê nivîsên pexşanî de jî xwedî behremendiyek mezin bû. Nivîsên pexşan ên Goran demên jiyana wî nîşan dide, lê bi xwe li ser berdewam nekiriye. Di rastiyê de giringiyê dida helbestan û ji bû nujenkirina wan hewl daye. Ji bo wê di nivîsandina pexşan de zêde kar nekiriye.
Dîwan û helbestên wî tên çapkirin
Di nava jiyana xwe de sê dîwanên helbestan çapkiriye; ‘Beheşt û Yadîgar’, ‘Firmêsk û Huner’ û ‘Peyama Kurdî’. Her wiha di sala 1953 û 1961’an de bijarteka çîrokên biyanî û çend şîroveyên rexneyî weşandiye. Goran gelek dixwest beriya mirina wî, pirtûka wî ya helbestan were çapkirin. Lê di encam de sala 1980’an de pirtûka wî ya helbestan dikeve ber destê xwîneran û heskiriyên helbestên Kurdî. Mixabin di sala 1962’yan de derdikeve holê ku Goran nexweşiya penceşêrê ya gede girtiye. Li Bexdayê neştergeriyek serkeftî ji bo wî tê kirin. Piştî neştergeriyê diçe Moskovayê û 3 mehan li Nexweşxaneya Kremlin û Barvikha Sanatorium dimîne. Dema vedigere Iraqê, piştî demek kin carek din nexweşiya wî serîhildide. Ji ber vê yekê di 18’ê Mijdara 1962’yan de li bajarê Silêmaniyê koça dawî dike.
Berhemên Abdullah Goran ev in;
-Beheşt û Yadîgar – Bexda/1950
-Firmêsk û Huner – Bexda/1968
-Xweza û Derûnî – Silêmanî/1969
-Lawik û Peyam – Silêmanî/1969
-Dîwana Goran – Bexda/1980
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN