Kovara Huner cara 7’an derket

Nûçeyên Çand/Huner

În 14 Mijdar 2025 - 00:53

Hejmara 7. a kovara Hunerê derket. Kovarê du mijarên sereke daniye pêşiya xwe: "Danasîna Şehîdên Hunerê" û "Komunên Hunerê". Kovar 88 rûpel e.

Kovarê danasîna şehîd Zîlan Elodîe Şahîn (Zenda) kiriye. Şehîd Zenda li Parîsê beşdarî koma govendê bûye û koma wê du caran li Mîhrîcanê bûye yekemîn.

Ji bo cangoriyên Enqereyê (Asya Alî û Rojger) stran û helbestên nû derketin. Kovarê analîza strana "Zîlana Hemdemî" kiriye û helbesta bavê Asya Alî parve kiriye.

Nurettîn Demîrtaş jî bo kovarê danasîna wênesaza şehîd Besê Çiya kiriye û kovarê pênc wêneyên ku Besê Çiya xêz kirine çap kiriye.

Her wiha li ser şehîdên hunerê ev nivîs jî hene:
Hüseyin Şahin: Serva Elî Heyder Kaytan û Rıza Altun 
Hekîm Sefkan: Helbesta Nûredîn Sofî
Ji NÇM'ê Mersînê ber bi Şoreşê: Arvîn Çirav Botan
Stara Êzda: Hunermend û Şervan-Şiyar Meletî

Hunermendê kamaçayê Memedê Hezexî heya îro bi sedan stran çêkirine. Wî bo şehîdan û tekoşînê jî gelek stran derxistine. Firaz Baran stranên li ser şehîdan û tekoşîna parve kiriye û li ser çanda kamaçayê nivîsiye.

Di kovarê de çend nivîsên li ser danasîn û lêkolîna hunerî ev in:

Dîroka Awazê Çiya
Felekxan Serhad: Dîroka Koma Agirî ya Helebê
Weliyê Botî: Cil Pêlav û Aksesûarên Botanê
Evîndara Cizîrê: Narînxan
Bahadîn Robar: Di Çanda Kurdî de Bisk û Kezî 
Danasîna Memozan
7. Festîvala Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer
Di Antolojiya Dengbêjan I-II de Danasîna Jinên Dengbêj

Beşa komunên hunerê

Kovara Hunerê ji manîfestoya nû li ser navê Rêber Apo gotarek parve kiriye û di beşa "Komunên Hunerê" de weşandiye. Rêber Apo dibêje: "Berdela têkoşîna me civaka demokratîk e. Em dixwazin peymanekê nû çêbikin û em ê rihekî komunal pêşaroja xwe amade bikin."

Kovarê ji "Komuna Çand û Hunera Azad" jî nivîsek girtiye û weşandiye. Di nivîsê de ev gotin bala xwendevanan dikişîne : "Modela rêxistinî divê çawa be? Divê afirîneriyê xurt bike û ramana rexnegir teşwîq bike. Piştgiriyê bide kûrahiya estetîk û polîtîk. Modelek wisa beşek girîng a paradîgmaya civaka demokratîk e."

Nivîsên din li ser komunên hunerî û niqaşên fîlozofiya muzîka Kurdî ev in: 

Zeynel Aslan: Li Ewropayê Komunên Çandê
TEKO-JIN: Hêza Afirîner
Kemal Yildirim: Niqaşên Muzîka Kurdî
Nîmet Sevîm: Qatîlê Kastîk 
Ismaîl Kardas: Huner li ber Semûga Rastiyê

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.