Li Amedê ‘Rojên Wêjeya Berawirdî’

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 13 Mijdar 2024 - 00:42

  • Wêjegeh Amed bi piştgiriya gelek saziyan di navbera 15 û 24’ê Mijdarê de li Amedê “Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê” li dar dixe. Di bernameyê de gelek panel û hevpeyvîn hene. Her wiha helbestvanê Kurd Abdulla Peşêw jî weke mêvanê rûmetê tevlî bernameyê dibe.

Li Amedê bi pêşengiya Wejegeh Amed û Weşanên Lîsê îsal cara 5’an “Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê” tên lidarxistin. Wêjegeh Amed da zanîn ku wan haziriya xwe ya ji bo vê yekê temam kiriye û ew ê di navbera 15 û 24’ê Mijdarê de çalakiyên di vî warî de dest pê bikin. Wêjegeh Amed di daxuyaniya xwe de got; “Em we vedixwînin hûn li ser wî bajarê ku bi lez diguhere û vediguhere yê ku qada jîyanê ye û di xwe de ziman, edebiyat, huner, warê mizakereyê û bîranînan dihewîne biramin.”

Ew ê bername bi axavtina nivîskar Malmîsanij dest pê bike û ji bo destpêka çalakiyan ew ê şeva helbestan jî were li dar xistin. Her wiha ew ê gelek panel û hevpeyvîn jî werin organîzekirin.

Guherîn û nihêrîna li bajêr

Wejegeh Amed di daxuyaniya xwe ya ji bo çalakiyan de bi hafize û guherîna bajêr dadikeve û ji bo bajêr, nexasim jî bajarê Amedê dibêje; “Gelo bajar, wekî cihê zimanên curbicur lê kom dibin, jîyaneke pirzimanî çi qasî dijîn? Hişê civakî û sîyasî yê bajêrekî çawa diguhare an tê guhartin? Hilweşîn, xirabûn, rev, ji nû ve avabûn, guhartin û berxwedan di huner û sîyasetê de tê beramberî çi?

Di programê de, ji Amedê nêzîkayî li azmûna Bajêr tê kirin û di ser wê azmûnê re li gelek bajarên cîhanê tê gerîn. Ma dîroka şer û mêtingerîya paytextan dikare bi edebîyat û hunerê îqame bibe? Bajarê ku tene bi nerîneke tevahîya wê nayê dîtin, di paceyan de, li şaneşînan, li ser peyarêyan, li ser sifreyan û sûran çi vedibêje?

Bajar wekî cihê bîrê, bajar wekî cihê kolonyal, bajar wekî cihê kolke, bajar wekî cihê şînê bajar wekî cihê xeyalê, bajar wekî cihê girtîgehê, bajar wekî cihê ji zaroktîyê dûrketinê, bajarê "ewên din". Gelo bajarên me ji mêvantîya tiştên waha cihêreng re çi qasî derîyê xwe vedike?”

Panel û gotûbêj

Di nav bernameya festîvalê de gelek panel û gotûbêj hene. Di nav van de “Berawirdkirina Gundikê Dono û Romanên Tirkî”, “Di Edebîyata Kurdî de Azmûna Modernîzmê”, “Di Edebîyatê de Rengvedana Bajêr wekî Cihekî Kolonyal” û “Kent û Hafiza” hene. Her wiha kargehên nivîskarîya afirîner û dramayê jî di nav bernameyê de cih digirin.

Abdulla Peşêw mêvanê rûmetê ye

Îsal, Abdulla Peşêwê hîmeke sereke ya helbesta Kurdî û helwesta entelektuelî ye, dibe mêvanê rûmetê yê bernameyê. Peşêw xebatên xwe yên li ser wêjeyê di destpêkê de li Hewlêr, Moskow, Trablûs û pişt re dîsa li Moskowayê berdewam kiriye, di sala 1995'an de berê xwe dide Finlandîyayê û ji wê rojê pê ve, xebatên xwe li wir didomîne. Îro hîn jî ji bo helbest, ziman û fikra Kurdî asoyeke rê nîşandar e.

Bi piştgiriya saziyan pêk tê

Rojên Wêjeya Berwirdî Yên Amedê de Odeya Pîşeşazî û Bazirganîyê Ya Amedê, Şaredariya Mezin a Amedê, Eğitim-Sen Şaxên Amedê, Odeya Endazyarên Avahiyên Şaxê Amedê, Odeya Bijîşkan a Amedê, Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcle, Komeleya Wêjekarên Kurd, MED-DER, KASED, Mordem Huner, Kovara Felsefeyê Nous, Wargeha Hunerê D5, Kültürhane, Karşı Sanat, Anadolu Kültür, Goethe Institut Ankara, Weşanên Morî, Weşanên Aras, Weşanên Siren, Weşanên Everest û Pola Kitapê hevkarî bi Wêjegeh Amedê re kirine û ev çalakî bi alîkariya van saziyan tên li dar xistin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.