- Ji bo me Kurdan rewş çiye? Derbarê vê mijarê de Rêber APO rê nişan daye û dibêje; ‘Di rewşa kriz û kaosa heyî de, divê em di hêla gelan de çareseriyeke mayînde, bi kok û bi rêgez ava bikin.’ Îro weke Rêbertî ew hêz û hişmendî li lutkeyê ye.
NURHAQ GULBAHAR
Rastiyeke ku li Rojhilata Navîn xwe weke çarenûseke jêneveger li stuyê gelan daye gerandin, rewşa kaosê ye. Her tim li derdora diyardeyên mîna netew, ol, bawerî û daxwaza serdestiya cihanî, Rojhilata Navîn vê rewşa kaosê jiyan kiriye. Ji ber ku olên yekxwedayî yên ku çarenûsê weke kevirên xwe yên qorzîkê pênase kirine, vê rewşa kaotik jî di wateya çarenûsê de li Rohilata Navîn ferz kirine. Ne hay ji demên borî heye ku jê îlhamê bigre û xwe bispêrê û ne jî ji bo dahatuyê xwedî hêviyeke ronak e. Ev rewşa kaosê bi rêbaza şer heta dawiyê tê meşandin. Serwerî û serdestiya li Rojhilata Navîn bi rê û rêbaza şidetê birêve çûye. Û hê jî bi heman rêbazî berdewam dike. Serwerî û serdestiya şidetê cihê şanazî û serbilindiyê ye. Êdî serweriya li ser erd û binerd, li ser hewa, av û mirovan bi awayê herî dirindane di nav geremola kaosê de birêve diçe. Ev geremola kaosê bêçaretiyê ava dike. Tişta ku li Rohilata Navîn wenda bûye, hêvî û ronahiya çareseriyê ye.
Di nav Rojhilata Navîn de Kurdistan xwedî grîngiyeke bingehîn a erdnîgariyê ye. Ji ber vê her tim weke tevahiya Rojhilata Navîn li Kurdistanê jî şer û pevçûn qewimîne. Di nav rewşa kriz û kaosê de eciqiye. Di nav kêliya man û nemanê de hatiye hêştin. Lê di roja me ya îro de, di heman demê de, ew hêvî û ronahiya çareseriyê jî dîsa li heman erdnîgariyê derdikeve pêşberî mirovahî û dîrokê.
Weke gelê Kurd em di kêliyên dîrokî de jiyan dikin. Ev kêliyên dîrokî, xwedî taybetmendiyeke bêhempa ye. Ji ber him ji bo gelê me yê Kurd û him jî ji bo tevahiya Rohilata Navîn, mifteya derketina ji vê rewşa krîzê di roja me ya îro de di destê me de ye. Ew jî li ser bingehê avakirina Netewa Demokratîk û jiyîna felsefeya Jin Jiyan Azadî xwe ji vê cendereya kaosê derxistine. Bi gotineke din azadiye, azadiya gelan e. Ji bo pêşketinê, ‘Azadî’ hîmê esasiye ji ber ku. Di bingeh de ev rewşa Rojhilata Navîn a heyî, bi her awayî êrîşa li ser azadiyê ye. Li ser hişmendiyê ye. Parçekirina hêza fikir û hizrê ye. Hizir û hişmendiyeke parçebûyî, belavbûn û parçekirina hebûnê bi xwe ye. Rewşa kaosê di vê wateyê de parçekirina hebûnê ye. Lê weke Rêber APO derbarê vê mijarê de dibêje; ‘Xwezanîn çavkaniya hemû zanîna ye.’ Û di heman demê de bi vî hawî berdewam dike; ‘Hemû hewildana me, rêbazê zanîna me bi xwe ye.’
Li gorî van rastiyan, di roja me ya îro de li Tirkiye, derbarê têkiliyên Kurd û Tirkan de hin vegotinên balkêş tên kirin. Dewleta Tirk ku heta niha li ser esasê înkar û tunekirina Kurdan xwe ava kiriye, ji bo xwe ji vê rewşa kaotîk a ku Rohilata Navîn tê de ye bi awayê herî baş rizgar bike, di nav hewildanekê de ye. Ev yek ji bo Tirkan tê fêhmkirin helbet. Tevahiya dîroka Tirkan li ser bingeha hişmendiya ku dibêje ‘Bila dewlet li ser serê me be, qijik li ser laşê me be’ hatiye avakirin. Hişmendiya ku di nav şaneyên Tirkan de cihê xwe digre, xwe li ser ava dikin û her tiştekî rewa dibinin ev hişmendî bi xwe ye.
Lê ji bo me Kurdan rewş çiye? Derbarê vê mijarê de Rêber APO rê nişan daye û dibêje; ‘Di rewşa kriz û kaosa heyî de, divê em di hêla gelan de çareseriyeke mayînde, bi kok û bi rêgez ava bikin.’ Îro weke Rêbertî ew hêz û hişmendî li lutkeyê ye.