Gelo gunehê me çi ye?

Nûçeyên Forum

Duşem 11 Mijdar 2024 - 08:27

OSMAN KAPAN

Di zarokatiya min de stranek hebû, digot: “Ber çem ber çem diçÛme / Benîştê xwe dicÛme / Yadê gunEhê min çi bû…“ Em jî dibêjin gelo gunehê me çi bû, ku em ketine derakeya neyarên wiha de.

Bi rastî jî ev halê me Kurdan baş tîne ziman. Îca em jî bêjin; “ma qey sucê me çi bû,n eyarên hevqasî namerd, ne camêr û bêbbext kirine para me?“ Neyarekî me yî welê bêbext he ye ne bawerî pê tê, ne jî cihê gotinê hiştiye. Derewên wî jî, bêbextiya wî jî bê emsal e. Ji ber wê bav û kalan gotiye “Rom xayîn e…Nanê tirko li ser kaba wî ye!“

Pêşiyên me gotiye; “Neyarê merd, çêtire ji dostê namerd.“ Îca hin hene xwe dost didine xuyakirin, lê bêbext in, xencera bêbextiyê tim di destê wan de ye. Neyarê me jî derewîn e,h eya niha bi sedê caran tişt gotine pişt re li wan xwedî derneketiye û li gotina xwe qulipiye. Ji wê ye cihê baweriyê nehiştiye. Êdî em Kurd vê baş zanin, ku serê me mizdan em zanin cihê şeqama xwe xweş dikin, ku  gotin em birayê hev in li pey me û hîleya ne. Lewra di nav salan de ev ji me re bûye azmûn. Ji ber wê em dizanin ku dijmin got; “Reş“, ji bo ku tişta sor veşêre dibêje reş. Ku behsa biratiyê dike, teqez li pey wê heziriyên qirkirinekê amade ne.

Dema ku behsa tiştekî (li gorî wan) erênî kirin ziravê min diqetin. Lewra her car ku behsa çareseriyê dikin, dixwazin nikseyên mezin li me bixin û hişê gel tevlî hev bikin. Her wextî dibêjin Kurd birayên me ne. Çima em tim bira ne? Ji kerema xwe re rojekê bêjin Kurd kekê me ne! Bira yê biçûk e, tu çi bixwaze dikare pê bike, ji wê ye em tim bira ne! Belê me biratî  divê û çavê me ne li kekêtiyê ye ,lê em dibêjin; em tev bira, bila kek nebin.

Dema ku Bahçelî dest dirêjî hevserokê DEM‘ê kir, dilê min got kut. Lewra em şahidê demên bihurtî ne û ji azmûnên xwe em zanin bê li pey wê çi dafik hene. Dema em li zîndanê ku digotin emê di di dadê de reformê bikin, me digot xwezî tu reforma nekin. Lewra bi salan em bûne şahid, çiqasî reform dikirin cezayê me bilind dkirin, yên kontra, çete û tecawîzciyên xwe an kêm dikirin, an berdidan. Îca dema ku Bahçelî merheba da hevserokê DEM‘ê, gelek hêlan got; bo çarwseriyê demeke nû dest pê dike. Rêveberên Tevgera Azadiya Kurdîstanê, gotin; li holê tu emareyên çareseriyê xuya nakin û li holê çareserî nîn e. Rêberê gelê Kurd Kurd got; Tecrît dom dike. Ev mesaj a bilindkirina têkoşînê bû û rêlibergirî ya nikseyên mezin bû. Lewra di nav berê de pirr dem derbas nebû, dijmin êrîşî Rojava kir û di nav de zarok jî heyî qirkirineke giran pêk anî.Li pey wê qayûm avêtin ser sê şarederiyên Kurdan. Çareseriya wan ev bû!

Belê ligel wan navê çareseriyê tunekirina tevgera Azadiya Kurdîstanê ye. Lewra ew jî baş dizanin, tunekirina tevgera Azadiya Kurdîstanê, tunekirina Kurda ye. Ew jî aşikê xwe li dora vê digerînin. Namerdî û bêbextî ya mezin ev e. Divê her kes guhê xwe bide Rêvebirên Tevgera Azadiyê û Rêberê gelê Kurd.

Belê me di serî de got; gunehê me çi bû… Gunehê me ew e, ku em bê tifaq in û me yekîtiya xwe çênekiriye, gunehê me ew e ku wekî gel me hîn dijminê xwe nasnekiriye, gunehê me ew e ku me hîn xayînên nav xwe paqij û pêşan (teşhîr ) nekirine… Gunihê me ew e ku me xwebûna xwe çênekiriye. 

Divê em Kurd ji îro pê ve ji xayîntî û kirinên dijmin re bêjin bes e û li dora Tevgera Azadiya Kurdîstanê bibin xelek. Xwedî li destkeftiyên xwe di her şert û mercî de derbikevin. Ku îro em bi vîn û biryardariyeke xurt li şarederiyên xweyî hatî xesp kirin dernekevin, dê sibe yên din teva desteser bike. Divê em baş bizanin yê ku bi destêkî kêr li te kişand, di destê din de xencer he ye…

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.