Ax û av

Nûçeyên Forum

Duşem 30 Îlon 2024 - 00:55

  • Rojekê hûn ê bibînin ku bazên li asîmanan, daristanên ku çiyan dinuxumînin xelas bûne, hesp hatine kedî kirin û her tişt bi bêhna mirov hatiye dagirtin, wê demê ji bo mirov dawîya jiyanê ye. 

OSMAN KAPAN

Ev her du daring, bi du tîpan têne nivîsandin. Lêbelê wateya wan pirr e û ev her du daring, di hemû Ol`an de pîroz in û li ser wan gelek ayet, hadîs hene. Di Gatha yê Avesta de jî li ser van her du daringan nîrxandin hene. Zerdeştê Kal dibêje; “Ax pîroz e, axê ne êşînin, lewra ew me têr dike…axê qirêj nekin, da bereket jê neçe…“ û gelek tiştên din. Di olên semawî de jî, girîngiyê didin axê, lewra li gorî ol her tişt ji axê ye! Bi heman awayî av jî pîroz e. Ava zem zem, bi avê vaftîz bûna Îsewîyan…Di Êzdatiyê de jî wateyeke mezin didine avê. Li Laleşê du kahnîyên pîroz hene, yek ava kahniya Sipî, ya din jî ya ava zem zem e. Ava Spî gelekî pîroz e, her Êzîdî di zarokatiya xwe de bi wê avê tê mohr kirin(Vaftîz) dibe. Kurt û kurmancî di hemû olan de wateyeke pîrozahiyê li Ax û Avê bar dikin û gelek tişt li ser hatine gotin. Lêbelê ya herî balkêş û bi wate serokekî çermsoran gotiye, em bi hev re bixwînin bê çi gotiye:

“Ezman çawa tê firotin, an jî tê kirîn an germbûna axê? Şêwirandina wê ji me biyanî ye. Ma ku meriv ne xediyê tezetiya hewayê, şirên û mirêna avê be, çawa dikare bifiroşe?

Her bosta vê axê ji bo gelê min pîroz e. Derziyên dara çamê yê dibiriqin, wîzîna kêzikan, daristanên tarî, mij  a ku mêrgan himbêz dike; parçeyekî raborî û bîranînên gelê min ê sedsalan e…Ava ku di rayên darên daristanê de diherikin, bîranînên bav û bapîran hildigirin; em ji vê bawer dikin. Li gorî merivên spî rewş ne welê ye. Ku yekî spî mir, axa ku lê hatî dinê ji bîr dike. Lê miriyên me vê axê ji bîr nakin. Lewra her çermsorê rasteqîn bawer dike ku dayîka wî ax e. Herikandina ava ro û robaran ji bo me tenê ne herikandina avê ye,cew xwîna bav û bapîrên me ye. Ku em vê axê bifirota we, wê demê divê em ji zarokên xwe re behsa pîroziya ax û avê nekin. Em wekî birayen xwe ji van ro û robaran hez dikin. Hûn jî dikarin bi heman awayî ji birayên me hez bikin? Ez zanim merivê spî wekî me nafikire. Li gorî wan nîrxê axê li gorî danîna wî ye! Merivê spî li wê çiqasî ji axê bigire digere, ku miradê wî hasil bû wê li ser riya xwe biçe. Lewra ax ne dostê merivê spî, neyarê wî ye. Ku merivê spî, tişta xwest ji axê girt, dê li serpêhatineke din bigere. Merivê spî bi çavê firotin, talan kirinê li dayîka xwe axê û birayê xwe yî ezman dinihêre. Ev azwerî dê van erdan bike çol û her tişt xelas bibe. Em çermsor tu wateyê nadine bajarên ku merivê spî ava kirine. Di van bajaran de aştî û aramî tune ye. Di van bajaran de, dengê vekirina kulîlkekê, dengê perê pinpinîkê tune ye. Ku hûn van hemûyan bikujin, hûnê çawa bijîn?

Li gorî me bi tinekirina giyanwerên li ser erdê re, giyana mirov bi hestên tenêtiyê wê bimire. Ji bîr nekin tişta îro tê serê giyanwerên din, wê sibê werê serê mirov jî. Lewra di navbera hemûyan de girêdanek heye. Ne ax, mirov girêdayî axê ye û ev wekî her tiştê li gerdunê, wekî malbatekê şirîk in û bi hev ve girêdayî ne. Ji ber wê tişta were serê gerdûnê wekî hatî serê mirov. Em dada wî xwedayê kuhêz dayî mirovê spî û anî vê axê û çerm soran qetil dike fam nakin. Eynî wekî ne famkirina kuştina Bufaloyan, şewitandina daristanan, lewitandina axê.

Rojekê hûnê bibînin ku bazên li asîmanan, daristanên ku çiyan dinuxumînin xelas bûne, hesp hatine kedî kirin û her tişt bi bêhna mirov hatiye dagirtin, wê demê ji bo mirov dawîya jiyanê ye…“ 

Ev gotinên ku berî niha bi hezar salan hatine gotin, pêşdîtina me ya îro ye. Wê demê hacet nîne em li tiştên nû bigerin, lewra her tişt di dîrokê de veşartiye û li benda me ye…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.