OSMAN KAPAN
Me barê xwe bar kir, em ketin rê. Berê me kete Bajar rê ya me bi aş ket. Me bar li aş kir, bîr kola. Aş zîvirî xelek li xelekê badan, me barê xwe bar kir. Me pirsî qeraş(aşvan) bersivand. Me çi got wî bersiv da. Me aş û bajar tevdan. Me hebank dagirt. Me behsa mirin û nemirinê kir. Aşvan kenî û got: “Mirin, li gorî hinekan fîzîkî ye. Lê mirin ne ew e. Saxên mirî hene, ji xwe bê hay! Hinek dimirin piştî hefteyekê têne ji bîr kirin, hin sax hene hebûn û tinebûna wan ne diyar e. Asîye Alî digot; heya hûn min bi bîr bînin ezê bi we re bim! Bê mirinî ev e…Ka ez ji we re wêneyekî xêz bikim.
Ezê bi bihara Kurdî
Wêneyekî sorgewez çêkim
Kezîzerên welat sergovendin
Li cenga Heftenîn
Li ser rûdêna Rindêxan
Esmera dilheftenîn xêz bikim
Û her du şepalan
Di reşika çavên xezalê de pêl bikim
Ristem Cudî
Li Rexşê belek siwar bikim
Li kêleka Reşîd Serdar
Eylema dilciwan
Rojger Hêlîn ê vînpola
Hunkifê Ristemê Zal
Û dilên azad
Xemrês in dayîkên vî welatî
Ji tîrêjên rojê jiyanê dihonin
Li ser gergefa kula
Li ser gergefa Kurdan
Û keçên şepalî diwelidînin
Keçên xame xeleka bombeyê
Li tiliya xwe dipêçin
Rêwî ne xortên ciwan
Keziyên xwe bi xwîna xwe sor dikin
Asîya Alî bi gulên welatî rêkim
“Ev der Kurdistan e, ev der Kurdistan e“
Cihê govenda şêr û şepala ne
Keç û xortên dilnûcan
Xwe bi xwe xêz dikin bi hibra kurdî
Li welatê Rojê…
Û hiltînin tola salan.
“Ma nemirinî ne ev e?“ Îca wî pirsa dawî ji me pirsî. Me tenê serê xwe hejand.