Ruhê Muzîkê

Nûçeyên Forum

Çarşem 3 Hezîran 2026 - 07:00

  • Ger îro hunermendek qirêj be muzîka dike jî qirêj e. Ev kîja nîjad an jî muzîk be ferq nake.

 

VEYSÎ VARLI

 

Mirov dema li ser bersiva van pirsan hûr û kûr bihizire ti bersivek rast û tije dernakeve. Yek ji van pirsan; gelo ji bo çi îro muzîkek qirêj xwe bi bandor kiriye? Em dizanin ku,muzîk li her devera cîhanê û di her civakê de hatiye kirin û di hemû serdemên cîhanê de jî  pala xwe daye  newayan. Çêkirina muzîkê û feraseta wê ne tiştekî xwezayî, xebateke çandî ye. Ferasata muzîkê,  têgihîştina dengên heyî û famkirina  ji akûstîkê jî  xebateke çandî ye. Bi saya lêkolînên ku hatine kirin em dizanin guhê mirov dikare ji bo sîstemên cuda ên deng bibe bingeh. Û guh dikare sîstemên cuda bifesilîne. Li vir gotina zanyar Lenênvi Strauss tê bîra mirov: “  Taybetmendiyên mirovan dibin sedema jiyanên cuda” Mirov li ser vê gotinê difikire û têdigihê ku her çand û civak ji ya din cuda dengan şîrove dike û bi awayekî din muzîka xwe çêdike. Civak an jî kesên ku li ser navê civakê muzîkjeniyê dikin van kodan digihînin hev û çandê diafirînin.  Blackîng di derheqê vê mijarê de wiha gotiye “Muzîk ne bandora  xwezayê ya li ser mirovan e, muzîk  hilbijêriyeke ji nav xwezayê ye. Mirov dikare li ser bêaqort û lihevanîna muzîkê nîqaşan bike. Lê tê zanîn ku muzîk ne tiştekî jixweber û xwezayî, muzîk tiştekî çêkirî ye. Jixwe lihevanîn û  bêaqortbûyîn jî berê mirov dide rêgezên hebûnê. (Blacking 1995:33).

Her weke ku mirov ji van gotinan jî  fam dike lihevanîna dengan a li ser û bin, li ber û paş; li gorî çandê çêdibe. Mirov bêyî rêgezên xwezayê, bêyî taybetiyên akûstîkî lihevhatînê nikare bîne zimên. Li gorî Meyer ; lihevhatîbûn û  rêzbûyîna dengan ne bûyereke akûstîkî ye. Deng di çarçoveya hizira guhdaran de ciyekî ji xwe re çêdike û ev çarçove jî li gorî zagonên feraseta mirovan e. Deng li gorî wê feraseta kesan e û zagonên hizirî bandorê li mirovî/ê dike. Lihevhatîbûn û rêzbûyîna dengan ne jixweber e ne jî li gorî kêfê ye. Guherîn û pêşveçûnên di nava muzîkê de bala mirovan dibe ser têkiliya muzîk û civakê. Guherînên di muzîkê de bêyî guherînên civakî nayên famkirin. Muzîka civakê ya serdemekê bi jiyana civakê ya heman serdemê re heye. Mirov bi kin û kurt dikare bibêje “ ji muzîkê xweştir ti tişt nikare di derheqê îdeolojî, nirx, baweriyên wê civakê de agahiyê bide.”

Ger îro hunermendek qirêj be muzîka dike jî qirêj e. Ev kîja nîjad an jî muzîk be ferq nake.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.