Xebateke dûr û dirêj; ‘Dîroka Edebiyata Kurdî’

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 5 Cotmeh 2024 - 00:33

Weşanxaneya Nûbiharê ragihand ku wan “Dîroka Edebiyata Kurdî” ya ku ji 7 cildan pêk tê çap kiriye. Ev heft cildên edebiyata Kurdî ji hêla Marûf Xeznedar ve bi şêwezarê Soranî hatine nivîsandin û niha bi awayekî Kurmancî jî li ber dest in. Ziya Avcı van 7 cildan ji bo Kurmancî hazir kiriye.

Abdurrahman Adak dide zanîn ku Marûf Xeznedar ji bo pirtûkê 50 salên xwe terxan kiriye û dibêje; “Heta vê kêliyê, berfirehtirîn xebata akademîk a ku li ser dîroka edebiyata Kurdî hatiye amadekirin berhema Marûf Xeznedar ya bi navê Mêjûy Edebî Kurdî ye. Ev dîroka edebiyatê ya ku encama keda pêncî salî ye (1950-2000), bi qeware û naveroka xwe di heman demê de projeyeke edebî ya serkeftî û ansîklopediyeke edebiyatê ya giranbiha ye jî. Berhem, ne tenê qonax, nûner û bizavên edebiyata Kurdî, di heman demê de zanyariyên bingehîn ên bi coxrafya, dîrok, ziman, dîn, civak, perwerde, destnivîsarî û rojnamevaniya Kurdî re pêwendîdar û seyra dîrokî ya edebiyatên cîhanê jî radixe ber çavan.

Di Mêjûy Edebî Kurdî de diyalektên edebî yên Kurdî, di çarçoveya serdeman de pêkve hatine pêşkêşkirin (qonaxbendiya asoyî) û ji bo her helbestvanekî bi qasî ku bibe namilkeyek cihekî zêde hatiye terxankirin. Di berhemê de, li gor qewareyê, bi rêzê edebiyatên Kurdîya Soranî, Goranî, Kurmancî û Lorî cih digirin. Heçî Kurdîya Zazakî û Kurdîya berî Îslamê ye amaje bi wan nehatiye kirin. Ji aliyê edebiyata Kurmancî ve li ser esasê ekola Rûsyayê kêm helbestvan hatibin dayîn jî, di nav lîteratura Soranî de, berhema ku herî zêde cih daye edebiyata Kurmancî dîsa Mêjûy Edebî Kurdî ye. Ji ber ku di berhemê de edebiyata Soranî bi qonaxên xwe yên klasîk û modern bi awayekî pir berfireh hatiye pêşkêşkirin, rola berhemê ya esasî di qada edebiyata Soranî de ye.

Guman tuneye ku hemû Kurdên ku Kurmanciya latînî bi kar tînin, de ji vê berhema Marûf Xeznedar ya ku bi destê Ziya Avci hatiye Kurmancîzekirin û ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê ve hatiye weşandin mefayeke mezin bi dest bixin.”

Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.
Cildê II. Sedsalên 14. û 18an
Cildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.
Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)
Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala 20an de (1914-1945)
Cildê VI. 1945-1975 (A)
Cİldê VII. 1945-1975 (B)

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.