OSMAN KAPAN
Bila her kes ji her bîra baranê xarufkek av li baxê welatê xwe bike, da fêkî bi ber bibe. Ji çemê Munzur, Dîjle, Ferat û hemû çem û kaniyên me avê bi ser xaka welat de berde, da her bost têna xwe bişkîne, şehîdên me bê av nemînin, da dilşad û bê xem bin. Li ser xaka xwe her gava em biavêjin, silavekê bidin axê û bejna xwe bitewînin. Lewra di her bosta axê de ebedî ne!
Emê gulan li baxê îrem biçînin, her kes li wir bicive. Li dîwana Mele yê Cizîrî rûnin, bila ji me re bêje: “Her du birhên te ne mîhrab çi îman û çi kufr / Bûd û nebûd ku yek in, ev çi sebeb û çi îqab…“ Da em fam bikin bê çawa di tunebûnê de hebûn, di hebûnê de tunebûn heye. Bila bi zarê Kurdî gazî bike me, da em ji îroya xwe fedî bikin. Bila Mele dom bike bê bûd û nebûd çi ye; “Dibe ku win bêjin hemîn Bûd û Nebûd yekin wê demê ev çi kêferate? Ji we re welê ye. Lê ji bo min bûd û nebûd hemanin. Di Bûdê de hebûn heye, hebûna pirr hêl, di nebûne de jî hebûneke em nizanin, ango nediyar heye. Lê em vê zanin nebûd li gorî dîdariyê be, tune ye, li gorî domahiya gerdunî be heye! Lewra ew tune bûna ku em dibêjin, ji ber çavan winda bûn e. Bes ew winda bûn di devereke din de hebûn e. Ango xwe guhartina tiştekî din e. Li gorî baweriya Azdayan; Kiras guhertin e..!“
Bila dîwan bigere. Çîrokbêj çîrokan, degbêj stranan, evîndar helbestan bi awaz bikin. Hebûna Kurdîsata kevnar bi zarê Teswîfî bi lêv bike Mele yê çizîrî, em di dîwanê de mest bibin. Ka bila bêje, em guhdar bikin: “…Durdaneye gerdenbilor reyhan ji ser werdên di cûr / Hey hey bi mestî têne dor xala li nik ferqê bi tac/ Mihra te pur ebter kirîn xalan ji ber biskan derin/ Zulfa muselsel enberîn çîn çîn ji çînê têdî bac/ Tenha ne Kurdîstan didin şîraz û geng û wan didin/ Her yek li ser çavan didin hem ji Espehan têtin xerac…“
Belê di evînê de mahîr bû Mele yê Cizîrî. Lê evîna wî ne cismanî lê uxrevî bû. Ango hêla wî ya manewî pirr xurt bû. Dilsozê welatê xwe bû. Dema ku li Amediyê dixwend, dît ku Feqiyê netewên din çiqasî zimanê xwe sereke dibînin. Mele yê Cizîrî li hember wan xwedî helwest bû û bi helbestê ev yek li rû yê wan da: “Aşiqê nazik û mabûban im /Tu mebin bê ser û bê seman im/ Gulê îremê Bohtan im / Şebçiraxê şebê Kurdîstan im / tebîet beşer û mirov im! /Lîlahil çi alîşn im…“
Em civatê xweş û geş bikin, gotinê ji gotinê birêsin. Demên bihurî û îroya xwe li nav hev bixin, jar û perîşaniya çûyî û ya niha bidin ber hev, stargeh û ciyê hêviyan bi bîr bînin. Ka bila Mele yê Cizîrî ji me re bêje dûr bûn û ji bo qutbûn bi dawî bibe, em bibin yek xwe li kîjan bilindahiyê bigirin : “ … Tu narê firqetê zanî / Dikarim ez tehmmul kim / Diyarê kohê Qendîl im / Meger fîlim di işqê de…“
Belê ew bilbilê baxê Kurdistan bû. Bi zarê Kurdî helbest dirêst, tenê ne helbest, dixwest bilindahiya zimanê Kurdî nîşanî her kesî bike. Bi zarê xwe xweş awaz bû. Ew aşiqê baxê xwe, dilsozê gelê xwe bû. Çiya yî bû, xwe dikire Kohê Qendîl…Îro jî dilpak û şêrgeleyên baxê Kurdistan, xwe li wê bilindahiyê digirin û biqasî Koyê Qendîl bilindîn. Piştî bi çend sed salan xeyalên Mele yê Cizîrî pêk tînin. Em tev bi wan şanaz in, Mele yê Cizîrî bi me…
Ew şêrgele ne xwe ji me re kirine mertal, ji bo ku em jî di nav alemê de, bibin xwedî cih, xwe feda dikin. Ji wê divê em her yek xarufkek av li ser vê xakê bireşînin û bejna xwe li ber cangoriyan bitewînin….