- Feqî dixwest Kurdan di helbesta evînê de bike yek, Ehmedê Xanê dixwest helbesta evînê bibe tifaqa Kurdan. Ji awaza Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Elî Herîrî robarekî bi herikîne ser giyana Kurdan! Bax û baxçeyên hişk şîn bike.
OSMAN KAPAN
Lem lem û xumîna ava mezin, wekî lorîka dayîkan xwe li guhê wî dipêça. Her pêla ku li ya din siwar dibû, Feqiyê Teyran li ber çavên wî zindî dikir û xuşîna avê dibû helbesta Feqiyê Teyran ya; “Ey av û av…“ Xwe bi guh ve berdida ser mêjî û dilê wî aram dikir. Hewa ku dilebitî ligel germahiya dojehî, bêhna Meleyê Cizîrî li firnikên bêvilê dialand, helbesta Mele ya; “… Ger lû' lû- î Menşur tu dixwazî/ Wer şi' rê Melê bin te bi Şîrazî çi hacet
…“ di guhan de olan dida. Dibû bişrîna Elî Herîrî, li civata çaran bi hev re dirêstin êş û kula welatê xwe. Digirî li ser tenêtî û bê xwedîtiya xwe. Hewara xwe digihande pêşerojê û li ser rabuhiriya gelê xwe dinahûrand Ehmedê Xanê: “Kurmancî ne pir di bêkemal in/ Emma di yetîm û bêmecal in / Fîl cumle ne cahil û nezan in /Belkî di sefîl û bêmecal in/ Ger dê hebûya me jî xwedanek/ elîkerem û letîfedanek/Ilm û huner û kemal û îzan/ şêr û xezal û kîtab û dîwan/ Ev cins bibûya li bal wî mamûl/ Ev neqd bibûya li nik wî maqûl/ Min dê elema kelamê mewzûn / Alî bikira li banê gerdûn / Bîna ve ruha MeleyêCizîrî / Pê hay bikira Elî Herîrî / Kêfek wê bida Feqiyê Teyran / Hetta bi ebed bimayî heyran…“
Û pê ve diçû… Lewra parçebûna welat, belengazîya rewşenbîr û mîrekên Kurdan, ew di heyîrand. Ji xwe re digot; “Sed sal di ser de derbasbûye çima ez bêriya wan dikim?“ Dîsa wî bersiva xwe dida; “Xwestek , armanc tim yek in,em di heman armancê de dicivin. Ji wê ye gera min a li wan…“ Feqiyê Teyran li ber çavan zindî dibû. Xweziya xwe bi dema wan dianî. Lewra xwe bi tenê hîs dikir. Ne ku alim û zanyar tinebûn, bes yên hebûn çav berdabûn malê dinê. Ji ber wê aşikê mîrên girêdayî osmanî digerandin! (çiqasî dişibe roja me ya îro!) Vê yekê azma wî ya Kurdewar xurt dikir, lê ji tenêtiyê re ne dibû çare. Di nav xewn û xeyalan de diçû û dihat. Bi dengê mazulvan ve bi ser xwe ve hat. Digot: “De ka qederekê bêhna xwe vekin, bi zebeşê sar xwe hênik bikin. Lê germa Cizîrê wê we bişewitîne. Şêxê min germa Cizîrê dojeh e.“
Bi rastî jî welê bû. Ji dema hatî çizîra Botan heya wê kêliyê laşê ji xwehdanê tim hêwî bû. Lêbelê li Cizîrê bêhna wî fireh dibû. Ketibû pey xeyalên xwe, ji xwe re li Elîkeramekî digeriya. Lera zanîbû dermanê ku birîna Qesra şîrîn aram bike dê mîrekî pak û tifaqa Kurdan be. Bi nav demên zarokatiya xwe ve diçû, dengê dapîra wî di guhan de olan dida; “Ehmedê min, dema bi xencera rizî laşê me kirin du parçe, em nîve nîv bûn. Osmanî û Safewiyan navê parçebûna me danîn “peymana Qesra şîrîn!“ Hingî çend gotin ji nav lêvên wî filitîbûn: “Tasek ji ava zelal/Nadim bi heza kewserê/ Li hev hatina Qesra şîrîn/ Jê nabînim tu meferê/Pistî roja me bû tarî/ Mirin xweşe ji amberê…“
Piştî nivîsandinê bêhna wî hinekî fireh bûbû û ji wê rojê û pêve merema xwe bi nivîsandinê dianî ziman. Niha jî ketibû pey şopa Kurdîtiyê de û li warê mîrên helbesta Kûrdî Melayê Cizîrî bû. Ma ew tenê? Di heman demê de xwe hîn pirrtir dilsozê Kurdîstanê didît. Rojekê bavê wî gotibû: “Kurê min, te çi li Cizîra Botan dîtiye, hema tu tim qesta wir dikî“ E. Xanê got: “Bavo, ez geriyam li Hums û Hemayê, Şam, Heleb û Bexdayê, Xîzan, Bedlîs û Ûrmîyê, ji wir çûme Qahîrê û Mekê geriyam li gelek deverên cîhanê, min nedît hizur û aramî biqasî ya li Cizîra Botan. Ku ez diçime Cizîrê bêhna min ferih dilê min aram dibe. Lewra şopa Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Elî Herîrî dibînim, bêhna evînê jê difûre! Tama Kurdî pirr xweşe li Cizîrê…“ Ji wê rojê û pêve bavê wî dengê xwe ji çûyîna wî ya Cizîrê re nedikir.
Navekî Feqiyê Teyran ê din; “Feqiyê gerok“ bû. Bes Ehmedê Xanê ji wî pirrtir digeriya. Feqî li helbesta evînê geriyabû, Ehmedê Xanê li tifaqa kurdîtiyê digeriya. Feqî dixwest Kurdan di helbesta evînê de bike yek, Ehmedê Xanê dixwest helbesta evînê bibe tifaqa Kurdan. Ji awaza Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Elî Herîrî robarekî bi herikîne ser giyana Kurdan! Bax û baxçeyên hişk şîn bike. Îca ji xwe re digot; “Divê biqasî Feqî gerok, biqasî Elî Herîrî çiyayî û kenarî, biqasî M. Cizîrî mutesawif û ilim kûr bim.“ Lewra xwe mîrateyê wan, şagirt û temamkarê wan didît…
Wêne: Luqman Ahmed