Bawerî vînê dike pola

Nûçeyên Forum

Duşem 2 Îlon 2024 - 00:57

OSMAN KAPAN

Zîndan aşike, mirov dihêre. Bi rastî jî armanca çêkirina zindanan ew bû ku, bi her awayî mirov ji mirovatiyê derbixe û bixe fosîl! Me gotibû; “çima girtiyê doza tevgera azadiya Kurdîstanê, sih û piştî sih salî ewqasî li ser xwe û berxwedêrin, bi çi moral û motîvasyonê welê zindî dimînin?“

Bawerî, hêvî û mîrateya pêşengên pêşî Mazlum, Xeyrî, Kemal û berxwedêren bi vîna xwe bûyîne cangorî û riya berxedanê bi dirûşmeya; “Berxwedan jiyan e. Berxwedan dibe serkeftinê, radestbûn dibe mirinê…“ rê nîşanî milîtanên tevgera azadiyê dan. Ev mîrate di heman demê de ferman bû.

Bawerî hîmê arîşeyê ye. Mirov nîve nîv arîşe ye. Îca bawerî çiqasî xurt be, arîşe radibe lûtkeyê, hêvî mezin dibe. Hêvî nîvê serkeftinê ye. Di heman demê de hêvî xwesteka berxwedanê gur dike. Girtiyên azadiya Kurdîstanê, bi tevger û rêberê xwe bawer bûn. Lewra di emel de didîtin bê destkeftî çawa roj bi roj zêde dibin. Ev yek dibû sedema moral û motîvasyonê. Ya herî mûhîm jî, di ferqa rol û misyona xwe de bûn. Lewra dema berê xwe dabûne şoreşê ji her tiştî re amade bûn. Rizgarkirina ax û gelê xwe di ser jiyana xwe re jî didîtin. Ango bi temamî xwe feda kiribûn. Dirûşme ya “me bi ciwantî dest pêkir, emê bi ciwantî biqedînin“ hem perspektîf, hem hêvî, hem jî ferman bû. Li ser wî hîmî bawerîyek xurt ava dibû.

Ka em dora gotinê bidin hevalekî sih û yek salî dîl mayî; “Dema em ketin rê, me dilê xwe xiste dest, kefen danî ser mil û hemû xwestekên xwe yî tekakesî bin erd kirin û em çûn. Me kuştin, birçîbûn, hemû zor û zahmet dane ber çav. Ji bo me bijarka herî dawî girtin bû. Lewra di lîteratûra me de girtin nebû. Le zagonên şer jî hene. Îca dema ku em hatin zindanê me dît ku berxwedaneke bêhempa heye. Ango em ji qadeke berxwedanê hatin qadeke din. Erê em fizîkî di nav destê dijmin de bûn lê ji hêle hişmendî, giyana me azad bû. Em bi dirûşmeya berxwedan jiyan e, dijiyan. Moral û motîvasyon bi vî awayî çêdibû.

Erê em dîl bûn, lê tevgera me roj bi roj xurt dibû, hevalên me li deşt, çiya û bajaran têkoşîneke bêhempa dikirin. Gelê me li her derê li ser lingabû. Li tevger, şervan û li me xwedî derdiketin, vê jî hêvîya me tim zindî dihişt. Em ji hêla giyanî û hişmendiyê ve tu carî ji gel û tevgera xwe dûr neketin. Tim me ew di jiyana xwe de hîs dikirin. Êşa zarokekî li Mahabad, Amed, Zaxo, Qamîşlo û li ser her bihosta axa welat di dilê xwe de hîs dikir. Rondikên me bi dayîkê me yî malik şewitî re diherikîn…

Lê belê faqtora herî mezin rêber û mîrateya berxwedêran hiştibû. Giyana berxwedanê bi giyana hevaltiyê tacîdar dibû. Me ji hevûdin hêz digirt, her kes pêşî hevalê xwe, dû re li xwe difikirî. Vê ji hêla arîşeyê ve em motîve dikirin. Ev giyan bû dema ji hêla hêzên emperyal û hevkarên wan yên xayîn ve Serok radestî dugela dagirker kirin, li dora Serok bûne xeleka ji agir. Bi berxwedana gel, me rûpelekî nû vekir. Ligel wê baweriya me ya bi azadiyê hîn xurtir bû. Me ti carî berê xwe neda revok û newêreka. Xetîreya me rêber, tevger û gelê me bû. Me hêza xwe ji wan digirt. Me tu carî dîlbûn ne pejirand, dema zîndanê nehesiband. Erê ji hêla teman ve sal bi pêş diketin, lê ji hêla giyanî ve em tim di temenê xwe yî dema em dîl ketî de bûn, di vê hêlê de em welê man!

Piştî dîl girtina Serok (ya fizîkî), em jî ketin merhaleyeke nû. Serok berxedana zindanê gihand merheleyeke dîtir ango wî kir ku em xwe di warê hişmendî de hîn bêhtir kûr bikin. Bi perspektîf û manîfestoyên nû, berê me da zanyariyê. Belê berê me tim li derve bû û me derketin wekî azadiyê didît. Lê Serok got; “Derve jî zindana sergirtiye, ku meriv ji hêla giyanî ve ne azad be, tu ferqa derve û zindanê tine ye!“

Bi vê perspektîfê, em hîn pirrtir ji tengahiya zindanê filitîn. Me dît bê çiqasî giyan û hiş azad be, gewde û her azayê gewde, ciwan û li ser xwe dimîne. Hêvî, baweriyê av dide, bawerî vînê dike pola…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.