14’ê Tîrmehê şêwazê PKK’ê ye

Çarşem 12 Tîrmeh 2023 - 13:27

  • Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê û Komîteyên Zindanê yên PKK û PAJK’ê bi daxuyaniyekê 14’ê Tîrmehê Roja Rûmeta Neteweyî pîroz kirin û di şexsê şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin ên 14’ê Tîrmehê, hemû şehîdên şoreşê bibîranîn.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê ku kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek tê de şehîd bûn, daxuyaniyek da û 14’ê Tîrmehê Roja Rûmeta Neteweyî pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku berxwedana 14’ê Tîrmehê li dijî faşîzm û mêtingeriyê helwesta rast û rêya serkeftinê nîşanî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê da û wiha hate gotin, “Em kadroyên pêşeng ên partiya me ku ev berxwedana mezin pêş xistine, heval Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di salvegera çalakiya wan de, wan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û li ber çalakiya wan a dîrokî bejna xwe ditewînin. 

Tişta ne mumkun pêkanîn

Berxwedana 14'ê Tîrmehê; tişta ku wêrekiyeke mezin jê re hewce dikir, hatiye kirin û tişta ku wekî ne mumkun dihate dîtin jî hatiye biserxistin.  Ji ber vê wateya Berxwedana 14’ê Tîrmehê bûye serxistina tişta ne mumkun. Ev tespîteke pir rast e û tê wateya rastiya Berxwedana 14’ê Tîrmehê û berxwedêrên wê. Çalakiya 14’ê Tîrmehê ya Mezin tarzê têkoşîn û xeta berxwedanê ya PKK’ê îfade dike. Rêber Apo Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin 14’ê Tîrmehê weke çalakiya rûmetê aniye ziman. Çalakiya 14’ê Tîrmehê û ruhê wê, ruhê şoreşa PKK’ê û Kurdistanê û tarzê têkoşînê ye. Îro jî berxwedana lehengî ya ku gerîla dimeşîne û têkoşîna gelê Kurd a ku serî li ber faşîzma AKP-MHP’ê natewîne, li ser xeta 14’ê Tîrmehê pêş dikeve. Bêguman eger li Kurdistanê pêşketinek were avakirin, ev encex bi esasgirtina xeta 14’ê Tîrmehê dibe.

Şêwazê jiyana bi rûmet e

Komîteyên Zindanê yên PKK-PAJK'ê daxuyaniyek weşandin û berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin;"Ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê bersiva li pirsa şêweyê jiyana bi rûmet e. Û ruhê berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê asta herî bilind a dilsoziya bi Rêber Apo, şehîdên me yên bilind û xelkê me yê leheng e, nîşaneya herî bi biryar û bi wate ya vê yekê ye. Ji ber vê yekê 14'ê Tîrmehê ji aliyê gelê me ve weke 'Roja rûmetê ya neteweyî' hate ragihandin û biwatekirin.

Ev rih wê azad bike

Dewleta Tirk a faşîst îro bi piştgiriya paşverûtiya cîhanê û herêmê û xiyaneta nokeran, xwe dispêre teknîka şer a herî pêşketî ya sedsala 21'ê û dixwaze êrîşên qirkirinê yên li dijî têkoşîn û gelê me bi ser bixîne. Li dijî vê yekê jî li ser bingeha Berxwedana Îmraliyê ya Rêberê me li her qadê têkoşîneke destanî û lehengî li ser xeta serketinê ya 14'ê Tîrmehê tê meşandin û polîtîkayên îmhayê yên dijmin bêencam dihêle. Ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê ku faşîzma 12'ê Îlonê têk bir, îro yekane rê ye ku li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêberê me, gelê me azad bike, Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bike."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.