Ez serbilind im

Pêncşem 31 Tebax 2023 - 00:05

  • Girtiyê nexweş Şakîr Tûran ê 70 salî ê ku li Girtîgeha Tîpa L a Erzinganê dîl dihate girtin, li nexweşxaneyê şehîd bû. Tûran di kêliya dawî de got, “Bibin yek, serê min bilind e, min bi paş ve gav neavêt.”

Ji bo girtiyê nexweş Şakîr Tûran ê ku li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê dîl dihat girtin, teşxîsa penceşêra qirikê hatibû kirin û di nava 4 mehan de 23 kîlo li xwe kêm kiribûn. Bi îdiaya “Alîkarî daye rêxistinê”, 6 sal cezayê hepsê li Tûran ê 70 salî hatibû birrîn. Tûran ê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Erzinganê dihat dermankirin, şehîd bû. Zêdetirî hefteyekê bû li nexweşxaneyê dihat dermankirin lê agahî bi malbata wî re nehatibûn parvekirin. Kurê Tûran, Abdurrahman Tûran da zanîn ku girtiyan agahî bi wan re parve kiriye û li ser vê yekê, 25’ê Tebaxê ew çûye Erzinganê. Lê destûr nehatiye dayîn ku bi bavê xwe re bipeyive.

Nedikarî bimeşe

Tûran got, wan hewl daye li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mengucekê ya Zanîngeha Bînalî Yildirim a Erzinganê ji bijîşkan agahiyan wergirin, lê kesekî agahî bi wî re parve nekirine. Di dewamê de Tûran got, “Bi saya hewldanên parêzeran, min di 28’ê Tebaxê de bavê xwe dît. Dema nû ketî girtîgehê 75 kîlo bû. Lê dema min dîtî daketibû 40 kîloyan. Nedikariya bimeşe, bi zor û zehmet diaxivî. Bi kursiya biteker dihat û diçû. Nedikariya pêdiviyên xwe pêk bîne. Daxwaza me ya refaqatê jî qebûl nekirin. Destûr nedan.”

Bibin yek, min paşve gav neavêt

Tûran, anî ziman ku bavê wî doh serê sibehê saet di 07.30’an de şehîd bûye û got: “Di hevdîtina dawî de min û bavê xwe ji hev xatir xwest. Li jêrzemîna nexweşxaneyê di odeyeke binêm de dihat ragirtin. Bi zor û zehmet diaxivî. Cihê lê dihat girtin, pirr xerab bû. 6-7 leşker li ser serê me bûn. Piyên wî mîna cemedê bûn. Min xwest goreya wî bikim piyê wî lê destûr nedan. Weke ku bavê min niha wê bireve, wisa li ser serê me disekinîn. Bavê min yek bi yek xatirê xwe ji me tevan xwest. Ji me re got; ‘Baş li xwe mêze bikin. Bibin yek. Ez serbilind im û min yek gav jî bi paş ve neavêt.’”

Nehiştin biçe nexweşxaneyê

Cenazeyê Tûran rakirin morga Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Erzînganê û cenaze wê li navçeya Mêrdînê Stewrê bê definkirin. Kurê Tûran ê li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê dihat ragirtin, di 8’ê Tebaxê de axivî bû û diyar kir ku rewşa bavê wî roj bi roj xerabtir dibe û banga hestiyariyê kiribû. Abdurrahman Tûran ji bo rewşa bavê xwe gotibû: “Rewşa wî gelek xerab e, nikare bêhnê bistîne û bide. Dengê wî pirr kêm dihat. Got, dema bêhnê dide û distîne xwîn ji qirika wî tê. Wî dibin revîra girtîgehê, lê tenê derziyê êşbirê didin û dîsa dişînin. Nahêlin biçe nexweşxaneyê. Ji ber tenduristiya bavê min, gelek fikarên me hene. Divê tavilê bê dermankirin û berdan.”

Pêşnûmepirs red kirin

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê jî di 28’ê Tîrmehê de çûbû serdanê û raporek amade kiribû. Di rapora xwe de gotibû: “Girtî Şakîr Tûran 70 salî ye û bi nexweşiya penceşêrê ketiye. Di nava 4 mehan de 23 kîloyan zeîf bûye. Ji ber nexweşiya wî divê xwarinên diyetê bidin wî lê nadinê. Ji bo biçe endoskopiyê 2 mehan hatiye sekinandin, dermankirina wî nehatiye kirin, dengê wî êdî ketiye rewşeke wisa ku nayê bihîstin, nikare ji nav nivînên xwe derkeve. Malbata wî li Antalyayê dimîne, 3 kur û 3 neviyên wî astengdar in lewma di serdanan de zehmetiyê dikişînin. Ji ber vê yekê wî xwestiye wî sewqî Antalyayê bikin, lê ev daxwaza wî nehatiye qebûlkirin. Tevî rewşa wî ya giran jî înfaza wî nehatiye taloqkirin.” 

Kurê Tûran, Abdurrahman Tûran di adara 2023’yan de serî li Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû da. Gergerlîoglû jî bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Bekir Bozdag bibersivîne, pêşnûmepirsek da Meclisê. Lê ev pêşnûmepirs bi hinceta “serdema qanûndanînê bi dawî bûye” hat betalkirin û ti tişt nehate kirin.

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.