Iraqê giliyê dewleta Tirk kir

Çarşem 18 Gulan 2022 - 21:27

  • Dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û Iraqê bû mijara rûniştineke Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.

Nûnerê Iraqê yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Mihemed Husên Bahrlum li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, giliyê dewleta Tirk a dagirker kir û jê xwest, bike ku hêzên dewleta Tirk ên li nava xaka Iraqê tavilê bêne derxistin.

Dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û Iraqê bû mijara rûniştineke Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.

Nûnerê Iraqê yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Mihemed Husên Bahrlum li rûniştinê got, bahaneyên dewleta Tirk nerast in û xwest artêşa Tirk tavilê ji xaka Iraqê derkeve.

Mihemed Husên Bahrlum li dijî binpêkirinên dewleta Tirk û binpêkirina serweriya xaka Iraqê bi rengekî fermî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî giliyê dewleta Tirk kir. Mihemed Husên Bahrlum wekî got, Iraq girêdayî vegerandina wan Iraqiyên li Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê ye.

NEW YORK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.