Iraq bi 200 milyon dolarî genim difiroşe
Pêncşem 14 Tîrmeh 2022 - 21:45
- “Îsal proseya wergirtina genim bi piştevaniya cotyaran û rasterast mafê darayî dayîna cotyaran, serketî derbaz bû.”
Berdevkê Wezareta Bazirganiyê ya Iraqê Mihemed Henûn, ragihand ku heta niha 2 milyon û 80 hezar ton genim ji parêzgehên Iraqê wergirtine: “Îsal proseya wergirtina genim bi piştevaniya cotyaran û rasterast mafê darayî dayîna cotyaran, serketî derbaz bû.”
Mihemed Henûn di dewama axaftina xwe de da zanîn ku Iraq ji bo bi bihayê 200 milyon dolarî genim bifiroşe Awustralyayê, peymanek îmze kiriye.
Ev jî nîşan dide ku tevî hişkesaliya îsal jî, Iraqê di warê hilberîna dexl de têra xwe serketî bûye.
BEXDA