Rojev

Îranê zimanê dayîkê red kir

În 28 Sibat 2025 - 00:49

Parlamentoya Îranê di rûniştina pêr de pêşniyarqanûna ji bo li dibistanan bi zimanên netewî û herêmî perwerde bê dayin hatibû pêşkeşkirin, nirxand. Pêşniyarqanûn, ji hêla endamên Konseya Şêwirê ya Îranê ve hate redkirin. Pêşniyarqanûn di çarçoveya xala 15’emîn a Destûra Bingehîn a Îranê ve hate amadekirin. Lê belê ji parlamenteran 104’an jê dengê “ERÊ” dan û 130’an jî dengê “NA” dan û hate redkirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Kurd, Beluc, Ereb, Tirkmen û gelên cuda bi sala ye daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê dikn. Lê belê ev daxwaz nayê qebûlkirin. Berevajî vê, bi taybet jî li gelek bajarên Îran û rojhilatê Kurdistanê zextekî giran li ser mamosteyên Kurdî yên bi dilxwazî perwerdeyê didin tê kirin. Rejîma Îranê heta niha cezayê girtîgehê daye bi dehan mamosteyên Kurdî. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Rojev

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.