Îran venagere rojên berê

Şiwan MERÎWAN nivîsand —

Şemî 28 Çile 2023 - 00:59

Niha Zêdetirî 4 mehan e ku li Rojhilata Kurdistanê û Îranê, Şoreşa Azadiya Jinê li dar e. Di wan çar mehên derbasbûyî de zêdetir ji 500 kesî ji aliye çekdarên rejîma Îranê ve hatin şehîd kirin û heta niha 4 kes ji girtiyên Şoreşa Azadiya Jinê, ji aliye hêzên rejîmê ve hatine bi darvekirin. Ji bilî wan, bi hezaran kes bi guleyên çekdarên rejîma Îranê birîndar bûn û hêzên rejîmê zêdetirî 20 hezar kesan kirin nezaretê yan jî girtin.

Ev 43 sal in ku rejîma Îranê di serî de gelê Kurd, mafê gelên li Îranê hemûyan binpê dike. Bi taybetî li dijî jinê, siyaseteke dijminane bi rê ve dibe. Li gorî destûra bingehîn a Îranê ku li gorî şerîeta Îslama Şiî ya 12 îmamî hatiye amadekirin, jin ji gelek mafên xwe yên xwezayî bêpar hatiye hiştin. Mînak, jin nikarin bi tenê sera xwe, seferê bikin derveyî welat, di dadgehan de şahîdiya 2 jinan bi qasî ya zilamekî ye. Mafê jinê yê telaq nîne, yanî jin nikarin doza devberdana ji mêr bike; dema jin û mêrek, zarokên wan hebin, ji hev veqetin, zarok ên zilamî ne ... Ev hinek ji nimûneyên wan neheqiyan in ku li jinên Îranê tên kirin. Weke ku ev ne bes be, rojane, polês û hêzên rejîmê ji ber kefî û serpoşê jî wan asteng dikin, êrişî wan dikin.

Her çend jin li Îranê rastî gelek zext û zordariyan tên, lê di nava 44 salên bihurî de herî zêde jinan li hember rejîma Îranê li ber xwe daye. Ji roja 8`ê Adara sala 1979´an ve hingê jin li ber hîcaba bi darê zorê radibin û dadikevin meydanê, ti carî li hemberî zextan serê xwe netewandine û wan her tim li ber xwe daye. Niha jî jin pêşengiyê ji bo şoreşê dikin.

Dema mirov serhildanên salên 2017 û 2019´an li Îranê jî li vê tabloyê zêde bike, bi hêsanî dikare bibêje, Îran ketiye pêvajoyeke êdî veger jê nîne. Rejîma Îranê dikare bi kuştin û girtinê, hinek dem ji xwe re qezenc bike, lê nikare xwe xilas bike. Ji ber ku ev rejîm bi ti awayî nikare reformê pêk bîne, neçar wê biçe. Heke rejîma Îranê rewşê hinekî nerm bike, êdî nikare were ser hemdê xwe. Li aliyekî din jî, heger guherankariyê nebe serî, êdî ev rewşa giran ji aliyê gelên li Îranê ve nayê qebûlkirin, xelk xwe li vê rewşê êdî ranagire. Di rewşeke wisa de her kes dipirse, gelo siberoja Îranê vê çawa be?

Îraneke demokratîk a ku mafê civakî û takekesî ya xelkê hatibe garantîkirin, dikare ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn pêşengiyê bike. Lê ew tişta ku niha xuya dike, Îran ji vê rewşê hinekî dûr e. Her çiqasî dînamîkên navxweyî yên Îranê gelekî bi hêz bin û di dîrokê de Îran bûye mala gelek serhildan û tevgerên civakî jî, hema li kêleka wê despotîzm û desthilatadariya Îranê ji gelekî bi hêz e û xwedî kok e. Di her demê de Îranê ev nakokî bi hev re dîtine û niha di dema Şoreşa Azadiya Jinê de jî rewş wisa ye. Şoreşa ku ji Rojhilat dest pê kir û li tevahiya Îranê belav bû, niha bi awayên cuda li Kurdistanê û Belûçistanê dewam dike. Li Kurdistanê gel bibîranîna şehîdên şoreşê kiriye sebebek ji bo zîndîhiştina vê û li Beluçistan jî her înê gel dadikeve kolanan û bi awayekî cemaweriyane şoreşê dewam dikin. Li deverên din ên Îranê jî bi awayên cuda şoreş dewam dike. Vê rewşê karbidestên rejîma Îranê gihandiye vê baweriyê ku nikarin rê li vê şoreşê bigirin. Ji ber vê, li dek û dolaban digerin û hefteya bihurî, li dijî şoreşê, êrişeke dij-şoreşî dest pê kirin. Xwediyên zêhniyetên desthilatdariya Îranî, li ser torên medya dijîtal, hemleyeke xwedê giravî wekaletê didin kurê şahê berê yê Îranê, dane destpêkirn. Di demeke welê de ya ku tê de behsa hevgirtineke ji hêzên mixalifî rejîmê dihat kirin, ev gava hanê weke hewldaneke ji bo jirêderxistina arasteya şoreşê û alîkarîkirina rejîma Îranê, hate şirovekirin. Ji ber ku gelên Îranê hê jî zilm û zordariya rejîma şah ji bîr nekirine. 

Îrana siberojê, nabe ku bibe Îraneke kirasê netewe dewletê lêkirî. Her çiqas xwediyên zêhniyeta Îranî ji bo vê li hundir û derve hewl didin jî, divê were zanîn ku gelên Îranê êdî wê sîstemê naxwazin. Roj, meh û salên pêşiya me, roj meh û salên têkoşîna di navbera zêhniyeta despot a Îranî û daxwazên demokratîk ên gelên Îranê bi pêşengiya jinê ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.