Îran ji zilmê nayê xwarê
Pêncşem 5 Cotmeh 2023 - 10:22
- Derket holê ku polêsê hîcabê yê rejîma Îranê li jineke ciwan a Kurd a 16 salî xistiye û ew kiriye komayê. Dîmenên li stasyoneke metroya Tehranê de nîşan didin ku polêsê hîcabê zaroka 16 salî Armîta Gerawend daf didin û dikin ku serê wê li hesinekî bikeve.
Ji ber êşkenceya polêsê hîcabê yê Îranê, dîsa li metroya Tehranê jineke ciwan a 16 salî ya Kurd hate ber birinê. Bêhtirî salekê piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Amînî li Tehranê, 1´ê Cotmehê, dîsa li Tehranê û dîsa li metroyê, polêsê hîcabê êrişî jineke ciwan a Kurd a ji Kirmaşanê kir. Ev jina ciwan a 16 salî Armîta Gerawend a ji Kirmaşanê ye. Di encama êriş, êşkence û derbên polêsê hîcabê yê Îranê de ev jina ciwan niha di komayê de ye.
Li gorî agahiyên ji rêxistinên mafê mirovan ên Kurd ên li Îranê û derveyî Îranê, Yekşema bihurî, jina ciwan Armîta Gerawend, ji ber êrişa endamên jin ên polêsê hîcabê yê rejîma Îranê, ji serê xwe bi giranî birîndar bûye. Rewşa Armîta Gerawend giran e û tehlûke heye iku canê xwe ji dest bide. Ji hingê ve ew li nexweşxaneyê di komayê de ye. li gorî agahiyan heta niha xizmên wê jî li nexweşxaneyê nekarîne Armîta Gerawendê bibînin. Armîta Gerawend li nexweşxaneya Hêzên Hewayî ya Fecr a li Tehranê tê dermankirin ku bi temamî di bin kontrola hêzên rejîmê de ye.
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê da zanîn ku hin polêsên hicabê yên rejîma Îranê li wê îstgeha Metroyê, daf li Armîta Gerawendê dane û serê wê li hesinekî ketiye.
Rayedarên rejîmê dîsa înkar kir
Herçî rayedarên rejîmê ne, wan îdîa kir ku Armîta Gerawend ji ber ku kêmbûna zexta xwînê ji ser hişê xwe çûye û ji ber wê ew rakirine nexweşxaneyê. Dîsa li gorî îdîaya rayedarên rejîmê, di navbera wê û polêsê hîcabê de ti gengeşe û arîşe bi hêzên rejîmê re yan jî polêsê hîcabê re çênebûye.
Ajansa fermî ya Îranê jî bi çîrokan xwest vê îdîayê piştrast bike: Ajansa fermî IRNA´yê îdîa kir ku Rêveberê Metroya Tehranê Mesûd Durustî gotiye, bûyer tenê ji gotegotan pêk tê.
Lê rojnamevana lêkoler kirin nezaretê
Lê belê meseleya gotegotê, diyar e, ji bo xurtkirina çîroka rayedarên rejîmê ye. Lewma rojnameya reformîst Şerqê da zanîn ku hêzên rejîmê, yek ji rojnamevanên wê yên jin, a ku li vê meseleyê dikola, kirine nezaretê û paşê ew dîsa berdane.
Di înternetê de paşê dîmenek hat belavkirin ku çîroka rayedarên rejîma Îranê pûç dike. Ev dîmen li stasyona metroyê ya Tehranê ya Şuheda hatine girtin. Tê de xuya dike ku polêsên jin jina ciwan a ku hîcab li serê wê nîne, daf didin. Li gorî malpera nûçeyan a li derveyî Îranê, IranWire hingê Armîta Gerawend ji serê xwe birîndar dibe.
Çîrokbêjiya rejîmê û Jîna Amînî
Ev çîrok û îdîayên rejîmê, baweriyê bi xwe naînin, ji ber ku di bûyerê qetilkirina Jîna Amînî de jî, rejîmê çîroka xwe çêkir, îdîa kir ku ji ber ku ji ser hişê xwe çûye û gaav ketiye serê xwe li deverekê xistiye, Jîna Amînî şehîd bûye. Heman rejîmî, gef li xizmên Jîn Amînî jî xwarin da ku ji çapemeniyê re nepeyive, heger bipeyive jî, çîroka fermî ji wan re bibêje. Rejîmê rojnamevan Nezîla Marûfiyan a ku bi bavê Jîna Amînî, Emced Amînî re heveyvîn kir, 5 caran girt yan jî kire nezaretê. Ev hemû dikin ku di vê bûyerê de bi çîroka rayedarên rejîma Îranê, kêmtir bawerî bê anîn.
Îranê zexta li ser jinan zêde kir
Piştî şehîdkirina Jîna Amînî ya 22 salî di 16´ê Îlona 2022´yan de li Îranê û nexasim li Rojhilatê Kurdistanê û Belûçistanê şoreşa Jin jiyan azadî dest pê kiribû. Rejîmê di vê şoreşê de bi sedan xwepêşandêr nexasim jî li Kurdistan, Belûçîstan û Ehwazê şehîd kirin. Jinan di vê demê de li dijî ferza hîcabê li ber xwe da. Serê pêşî rejîmê, îdîa kir ku wê polêsê hîcabê betal kiriye, lê vê dawiyê rejîmî hem ev polês çalaktir kir û hem jî kontrola ji bo hîcabê bêhtir şidand.
Dîwarên dibistana xwe boyax kiribûn
Armîta Gerawend jineke ciwan a Kurd a ji Kirmaşanê ye. Ew li Dibistana Orwet el-Wuşqa xwendekar e û hîna nû beriya çend rojan, bi dixwazî û kêfxweşî, dîwarên dibistana xwe boyax kiribûn.