Îran jî Tirkiye jî êrişî jinan dikin

În 3 Mijdar 2023 - 03:52

  • Natalie Amiri, bi rastî li ser naveroka kitêbê û li ser rewşa dawî ya li Îranê ti agahî nedan. Lê Duzen Tekkal bal bire ser Şoreşa Rojava, têkoşîna qehremanên Rojava li dijî DAIŞ´ê. Wê êrişên dewleta Tirk ên li dijî van qehremanan bi bîr xistin û xwest di vê çarçoveya fereh de xwedî li Şoreşa Jin jiyan azadî bê derketin. 

LUQMAN GULDIVÊ / FRANKFURT

Piştî ku pîrozbahiya Roja Cîhanî ya Kobanê ya ku li meydana Roemer a Frankfurtê bi dawî bû, ez ji wir bi dûr neketim. Jixwe, hema li kêleka meydanê, li Paulskirche danasîna kitêbekê hebû: “Wir Haben Keine Angst: Die mutigen Frauen des Irans” (Em natirsin: Jinên wêrek ên Îranê).

Şaredariya Frankfurtê ev çalakiya hanê organîze dikir. Hevalekî xwest ez wê ilehî bişopînim. Lê axir, min biryar da ne weke rojnamevan biçim. Jixwe di dawiyê de ez ne rojnamevan jî bûm. Helbet, li bendê bûm ku herî zêde şaredara Frankfurtê Nargess Eskandari-Grunberg bipeyive. Jixwe înîsiyatîfa wê ya ji bo danasîna kitêbê, ji ber tecrûbeya wê ya şexsî jî bû; mirov dikare vê yekê texmîn bike.

Şaredara bajêr, bi xwe ji Îranê ye û di hepsa navdar a li Tehranê, Evînê heps bûye û di hepsê de zarokek jê re çêbûye. Di kitêbê de jî şahidiyên 15 jinan cihê xwe digirin. Yek ji wan Narges Mohammadi ye: xelatgira Nobela Aştiyê ya 2023´yan. Narges Mohammadi ya ku parazvana mafê mirovan û jinan e, di hepsa Evînê de ragirtî ye û nivîsandina nameyan jî lê qedexe ye. Wê, gava hepsiyên din derktine, yan jî çûne serdana maliyên xwe, nivîsên li ser kaxezên tuwaletê nivîsandine, bi qaçaxî derxistine derve û ew gihandine nivîskarên kitêbê jî.

Hem navê wan Nargess (Nergiz) û hem jî hepsîbûna wan a li Hepsa Evînê, di navbera şaredarê û vê kitêbê peywendiyeke şexsî ava dike û di axaftina wê ya hestiyar de jî vê yekê xwe dida der. 

 

Şaredarê  behsa Şoreşa Rojava nekir

Pêşî sopranîst Katja Gormar li vê hola dîrokî ya ku lê beriya bi 175 salan nûnerên ji deverên cihê yên Elmanyayê hatin cem hev û meclîsa neteweyî lê civandin, destpêkeke hunerî kir. Şaredar Nargass Eskandari-Grunberg piştî wê peyivî. Ez li bendê bûm ku 1´ê Mijdarê bi bîr bîne, roja ku bû îlham ji “Şoreşa Jin jiyan azadî” re. Lê nekir!

Wê bi îhtîmam îdîa kir ku şoreşa pêşî ya dinyayê ya jin bi rê ve dibin, li Îranê bi rê ve diçe û navê wê “Şoreşa Jin jiyan azadî” ye. Ez dizanim ku ew xweş dizane, Şoreşa Rojava ji xwe re dibêje, “Şoreşa jinê”. Jixwe slogana Tevgera azadiyê ya jinên Kurd “Jin jiyan azadî” tevî ku bi îlhama Rêber Abdullah Ocalan, berê li Bakurê Kurdistanê deng vedabû, belavbûna wê li dinyayê bi Şoreşa jinê ya Rojava re çêbû. Û Nargess Eskandari-Grunberg bi vê yekê dizanî. Ez fêm dikim, ew hestiyar bû, lê fêm nakim çima mirov rastiyan berevajî bike!

Jin jiyan azadî ji Seqizê belavî Îranê bû: Ji Kurdistanê! Û Şoreşa Jin jiyan azadî jî esas piştgiriya bi vî dengî re bû. Yanî gava li Azerbeycanê, li Ehwazê, li Tehranê, li Belûçistanê xelkê got, “Kurdistan ne bi tenê ye”, ev tevgera hanê veguherî şoreşê. Bi ser de jî yê ku navê “Şoreşa Jin jiyan azadî” li şoreşê kir jî tevgera azadiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê bû.; nexasim jî KODAR. Belkî ji bo şaredarê, Îran wan hemûyan îfade dike, lê gava bal nebir ser Rojava û Şoreşa Jin jiyan azadî ya li rojhilatê Kurdistanê Îranê tenê weke şoreşeke Îranê û weke şoreşa yekemîn a jinan bi nav kir, ew belkî bi xwe jî pirr zelûl û qels bû. Bi her halî bangeke piştgiriyê ya xurt li xelkê Elmanyayê kir û hikûmeta Berlînê ji ber xurtkirina peywendiyên aborî û bazirganiyê bi rejîma Îranê re rexne kir.

 

Mala xwedê ava ji kitêbê hat xwendin

Paşê şanoger Barbara Englertê ji kitêbê du beş xwendin û mala xwedê ava ku xwendin. Lewma beşa pêşî li ser jinekê bû ku navê Anî li xwe dike. Navê wê hatiye guhertin, da ku jê re tehlûke çênebe. Ew behsa wê yekê dike çawa Şoreşa Jin jiyan azadî ji Kurdistanê, ji bajarê wê Seqizê dest pê dike. Ew behsa nijadperestiya Farsan li dijî hindikahiyan û Kurdan dike. Ew behsa wê yekê dike ka çima du navên Jîna hebûn û dibêje du navên wê û “du navên mirovên li Rojhilatê Kurdistanê hene ji ber zilma rejîma heyî û bi giştî dewleta Îranê.” Ji ber wê, wê xwest her kes navê Jîna hilde û ne yê Mahsa. Wê behsa hêviyê û wêrekiyê kir. Wê got, ew êdî natirse, wê “tirs şikandiye”.

Paşê çawa min li jor çêl kir, nivîsên Narges Mohammadi yên ji hepsa Evînê hatin xwendin. 

 

Duzen Tekkal Rojava ji bîr nekir

Piştî wê, bi moderatoriya Shila Behjat, nivîskarên kitêbê Duzen Tekkal û Natalie Amiri, û şaredar Nargess Eskandari-Grunberg di panelekê de peyivîn. Natalie Amiri, bi rastî, li ser naveroka kitêbê û li ser rewşa dawî ya li Îranê ti agahî nedan, yan ne hazir bû, yan jî nedizanî çawa behsa rewşê bike. Lê Duzen Tekkalê beriya her tiştî bal bire ser Şoreşa Rojava û têkoşîna qehremanên rojava li dijî DAIŞ´ê. Wê êrişên dewleta Tirk a ku weke endama NATO´yê li dijî van qehremanan dike, bi bîr xistin û xwest, di vê çarçoveya fereh de xwedî li Şoreşa Jin jiyan azadî bê derketin. 

 

Belavokên Roja Kobanê

Axir, 800 kesî di axaftina herî hemasî de navê Rojava û qehremanên Kobanê bihîst. Piştre jî endamên Komeleya Dostaniya Frankfurt û Kobanê belavok belav kirin. Hema hema, temamê haziran rahiştin van belavokan û di van belavokan de her wiha behsa Şoreşa Jin jiyan azadî û têkiliya wê bi Şoreşa Jinê ya Rojava re jî dihat kirin. Min jî texsîr nekir, belavok belav kirin û bi du rojnamevanan re jî sohbeteke xweş li ser meseleyê kir. Yanî hazirbûna li deveran, li xêra tevgera Kurd e û dikare tesîrê jî bike. 

Ez kunyeya kitêbê jî ji bîr nekim:

Wir Haben Keine Angst: Die mutigen Frauen des Irans.  Duzen Tekkal, Natalie Amiri. Weşanxaneya Suhrkamp Verlag, Berlîn 2023. 144 Rûpel.  

Wêneyê li jor ê di çarçoveyê de: Ji çepê ber bi rastê ve: Shila Behjat, Düzen Tekkal, Nargess Eskandari-Grunberg û Natalie Amiri ; © Stadt Frankfurt am Main , Wêne: Holger Menzel

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.