Ianê herî kêm 100 kes kuştin

Çarşem 12 Cotmeh 2022 - 00:11

  • Di 10’ê Cotmehê de rayedarên herêmî daxuyanî dan û dan zanîn ku 107 kesan jiyana xwe ji dest daye.

 

Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, yek ji bahozên herî giran a di dîroka nêzîk de pêk hat. Navê Ianê li vê bahozê hatiye kirin. Iane heta niha 107 kes kuştine.

Di dawiya meha Îlonê de bahoza Ianê li başûrrojhilatê DYE´yê da. Di 10’ê Cotmehê de rayedarên herêmî daxuyanî dan û dan zanîn ku 107 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî Tiba Edlî, li eyaleta Florîdayê 102 kes mirine. Hate diyarkirin ku 5 kes jî li North Carolina (Karolaynaya Bakur) mirine. Li gorî çapemeniya DYE´yê jî bîlanço girantir e.

Bahoza Ianê ji serê sedsalê ve wekî bahoza herî giran a li DYE tê pênasekirin. Li gorî rayedaran, ji bo avakirina herêmên peravê yên Florîdayê herî kêm 50 milyar dolar û xebateke bi mehan wê hewce bike.

Sala 2005’an de li eyaleta Luisianayê di bahoza Katrînayê jî de jî 1800 kes miribûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.