‘Hucreya ku şeva wê tine’

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 7 Tebax 2022 - 22:06

  • Mirov 23 salan di hucreyekê de be, ev tiştekî çawa ye? “Hucreya ku şeva wê tine” (La celda sin noche) vê pirsê dike. 

Mirov 23 salan di hucreyekê de be, ev tiştekî çawa ye? “Hucreya ku şeva wê tine” (La celda sin noche) vê pirsê dike. Jiyan di tecrîdê de çawa ye û berxwedan çawa di nav şertên herî dijwar de ava dibe. Lîstika şanoyê bi navê “Hucreya ku şeva wê tine” behsa vê yekê dike. 

Galler Irûsta sala 2019’an lîstik nivîsandiye û derhêner Mîreîa Gabîlondo jî lîstik derxistiye ser dikê. Di lîstikê de çar dîwarên hucreyeke îzole tê ser dike, jiyana mirovan a ku di nav devereke piçûk de hatiye asêkirin û tê diyarkirin çawa wekî roniyeke qet venamire ya ku li ser wê binpêkirinên mafên mirovan heye.

Nivîskarê lîstikê Irûsta di 55 kurtefilman de wekî derhêner, nivîskar û çêker cih girtiye. Di heman demê de li şanoyên profesyonel de wekî alîkarê derhêner, derhêner û rêveberê dikê xebitiye.

Irûsta behsa çîroka dîlbûna Abdullah Ocalan dike û li ser fikra wî ya siyasî, pêşniyazên wî yên siyasî û fikrên wî yên di bin tecrîda giran de nîşan dide. Sê karakterên ku fikra Abdullah Ocalan temsîl dikin, dîlbûnê û veguherîneke dilsoz a siyasî pêşkêş dike. Temaşevan nîqaşên di navbera van sê kesan de dişopînin û dikevin nav efsûna bêdawîbûna fikrê.

Irûsta behsa armanc û bendewariya xwe ya ji lîstikê dike: “Hêvîdar im li dinyayê rêyek hebe ku xebatên Abdullah Ocalan û jiyana wî li dinyayê were parvekirin û xwedî lê were derketin. Armanca min a pêşîn ev e ku ez fikrên wî yên siyasî û pêşniyazên wî bigihînim cîhanê, ya duyemîn vê rewşa neheq ragihînim û ya sêyemîn jî cesaret û berxwedana wî ragihînim.”

‘Hucreya ku şeva wê tune’ ji aliyê ‘Dramaturjiyên nû’ ya ji aliyê sê şanoyên şaredariyên Bilbao, Donostia / San Sebastian û Vitoria-Gasteiz hate avakirin. Destpêkirina navneteweyî ya lîstikê li San Jose ya Kosta Rîkayê hate kirin û di Adara 2023’an de wê li welatê Baskê tûrneya wê dest pê bike.

ANF/BÎLBAO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.