HPG 5 leşkerên Tirk kuştin

Sêşem 8 Mijdar 2022 - 00:25

Gerîlayên azadiya Kurdistanê di çarçoveya pêngavên şoreşger de 5 leşkerên Tirk ên dagirker kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şer de got, “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di çarçoveya pêngavên şoreşgerî de 5 dagirker ceza kirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 5 caran bi bombeyên qedexe û carekê jî bi çekên kîmyewî bombe kir. Di heman demê de 7 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran Qadên Berxwedanê hatin bombekirin.”

HPG´ê kite bi kite behsa çalakiyên gerîlayan kir:

 

Li Zê (Zapê)

6’ê Mijdarê saet 01:20’an, li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil, tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran da û 2 dagirker ceza kirin.

6’ê Mijdarê saet 07:50’î li Qada Berxwedanê ya Sîdayê tîmên me yê gerok bi sekvaniyê li dagirkeran da û dagirkerek ceza kir.

6’ê Mijdarê di navbera saet 08:40 û 10:50’an de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê 8 caran bi çekên ferdî û giran li dagirkeran hate xistin.

6’ê Mijdarê saet 16:40’î li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran da.

6’ê Mijdarê saet 19:00’an de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê tîmên me yên gerok bi sekvaniyê li dagirkeran da û dagirkerek ceza kir.

 

Li Metînayê

6'ê Mijdarê saet di 09:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

6'ê Mijdarê saet di 12:00´an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, dagirkeran hewl da mertalan li çeperên şer ên li Şehîd Yûnûs bi cih bikin û nehêlin hêzên me qadê bibînin. Bi destwerdana hêzên me re dagirkeran nekarî mertalan bi cih bikin û neçar man gavekê vekişin.

6'ê Mijdarê saet di 12:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi sekvaniyê li dagirkerên li dora çeperên şer ên li Şehîd Çekdar xist û dagirkerek ceza kir.

6'ê Mijdarê saet di 13:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xist.

7'ê Mijdarê saet di 05:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, helîkopterên Skorsky xwestin hêzên xwe li qadê daynin, û bûn hedefa tîmên me yên bi tevger. Piştî derbên hêzên me helîkopter neçar man ji qadê biçin.

 

Sûcên şer ên dewleta Tirk

HPG´ê li ser sûcên şer ên dewleta Tirk jî ev agahî dan:

6'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 4 caran çeperên şer ên li Şehîd Sîpan, li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî jî carekê çeperên şer ên li Şehîd Çekdar bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

6'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, çeperên şer ên li Şehîd Felat carekê bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.