Hişkesalî îsal jî tehlûke ye
Çarşem 15 Kanûn 2021 - 21:45
- Li herêma Balakayetî û bi taybet li bajaroka Hacî Omeran ji ber kêmbarîna baranê û bêplaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê metirsî li ser sektora çandiniyê çêbûye.
Li herêma Balakayetî û bi taybet li bajaroka Hacî Omeran ji ber kêmbarîna baranê û bêplaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê metirsî li ser sektora çandiniyê çêbûye.
Balekayetî ji ber xwedî çavkaniya zêde ya avê û zeviyên çandiniyê ye, salene bi hezaran donim zevî çandinî tê kirin. Ji bo çandiniyê 36 hezar û 915 donim erd hene. Pirraniya van erdan li herêma bajaroka Hacî Omeran e.
Cotyarên herêmê dibêjin, kêmbarîna berf û baranê ava Hacî Omeran û Balekayetî kêm kiriye û v yek jî di gelek waran de bandorê li herêmê dike. Par jî ji ber hişkesaliyê li çandiniya deverê zerareke mezin bûbû.
HACÎ OMERAN