Li Fransayê serhildana cotkaran

Duşem 29 Çile 2024 - 15:31

Cotkarên ku ji daxuyaniya pêşî ya Serokwezîr qanih nebûn ji bo ku Parîsê dorpêç bikin tevgeriyan. Hikûmetê 15 hezar polîs seferber kirin. Li gelek cihan çalakiyên blokajê hene.

Federasyona Cotkaran a Netewî (FNSEA) û Cotkarên Ciwan (JA) bang kirin ku ji saet 14:00’an û pê de bi 8 niqteyên li dora paytext ‘Parîsê dorpêç‘ bikin.
Gerald Darmaîn ji bo ku nehêle ku traktaro bikevin Parîsê û bajarên mezin û bazara Rugnisê ya li herêma Parîsê û balefirgeh neyê dorpêçkirin duşemê 15 hezar polîs seferber kir.

Wezîrê Karê Navxwe xwest ku polîs mudaxeleyî cihên ablokayê nekin lê ewle bikin û ji polîsan xwest ku ‘bipîvan‘ bin.

Serokwezîr Gabrîel Attal dema serdena Indre-et-Loîre hewl da ku daxwazên cotkaran mîsoger bike. Attal qebûl kir ku tevdîrên ku înê hatine ragihandin,‘‘fikara cotkeran û rehtbûna wan ji holê ranekiriye‘‘ û ew biryardar in ku ‘‘bilez‘‘ meseleyê çareser bikin.

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.