Hêzên kujer eşkere bikin

În 6 Çile 2023 - 01:39

  • Aydeniz: Divê hikûmeta Fransayê tavilê kujeran derxe holê. Heke kujeran dernexe holê, hikûmeta Fransayê bi xwe ji qetlîamê berpirsiyar e. Pêwîst e hikûmet hêzên li pişt qetlîamê jî derxe holê û eşkere bike. 

Ji şehîdên komkujiya Parîsê, cenazeyê şehîd Evîn Goyî li Qendîlê, yê şehîd Abdurrahman Kizil li Qaqizmanê û yê şehîd Mîr Perwer jî li Ewranê hat veşartin. 

23´yê Kanûna 2022´yan di êrişeke çekdarî ya li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê de endama Konseya Rêveber a KCK´ê Evîn Goyî (Emîne Kara), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil şehîd bûbûn. Ev êriş rastî dehsaliya komkujiya Parîsê ya yekê dihat û Kurd û dostên wan ji dewleta Fransayê dixwazin ku komkujiya 2013´an û ya 2022´yan rohnî bike û dewleta Tirk jî dadgeh bike. Cenazeyên hersê şehîdên Kurdistanê, pêr bi merasîman ber bi Kurdistanê ve hatin birêkirin û doh jî bi merasîman hatin veşartin.   

Cenazeyê welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil, li navçeya xwe Qaqizmanê bi merasîmê hat veşartin. Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz di dema merasîmê de bang li Fransayê kir da ku hêzên li pişt êrişê eşkere bike. 

Ji şehîdên komkujiya Parîsê, cenazeyê Abdurrahman Kizil li navçeya Qaqizmanê ya ser bi Qersê bi merasîmekê hat veşartin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP’ê, malbata Kizil û bi sedan kesî cenaze ji Balafirgeha Harakanî ya Qersê wergirt.  

Qers

Qeyûmê dewletê ambulans neda  

Şaredariya Qersê ya ku qeyûm dagir kiriye, wesayîta neqilkirina cenaze neda malbatê. Li ser vê yekê, ambulansa Şaredariya Panosê ya HDP’yî ji balefirgehê cenaze wê wergirta. Lê belê polêsan bi hêceta kêmbûna ewraqên fermî, destûr neda ku cenaze bi ambulansê bê veguhestin. Karwanekî wesayîtan cenaze ber bi gundê Qeregunî yê Qaqizmanê ve bir. 

Gundiyan karwanê cenaze pêşwazî kir. Leşker û polêsên dewleta dagirker, dor li tevahiya gund girtibû. Nehiştin beşek karwanê wesayîtan bikeve gund. Tevî astengiyan jî cenaze gihîşt gund û piştî nimêja cenaze, li goristana gund hat veşartin. Polês li ser goristanê nehişt ku rojnamevan dîmen û wêneyan bigirin. 

 

Dewleta Tirk êrişî Îslamê jî kir

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz di merasîma cenazeyê Kizil de axivî û bi bîr xist ku Abdurrahman Kizil bi salan li sirgûniyê ma û got: "Kurd yan tên girtin an jî tên qetilkirin yan jî tên sirgûnkirin. Destûr nedan ku em li gorî qaydeyên Îslamî cenazeyê xwe veşêrin. Bila her kes baş bizanibe Abdurrahman Kizil şehîdê gelê Kurd e. Em li ser rêç û şopa têkoşîna wî bimeşin. Tevî vê zilma hov jî wê gelê Kurd paşve gavan neavêje. Divê hikûmeta Fransayê tavilê kujeran derxe holê. Heke kujeran dernexe holê, hikûmeta Fransayê bi xwe ji qetlîamê berpirsiyar e. Pêwîst e hikûmet hêzên li pişt qetlîamê jî derxe holê û eşkere bike. Divê êrişê wek êrişeke terorî pênase bikin." 

 

Dagirkeran dor li Ewranê girt

Cenazeyê şehîd Mîr Perwer jî doh birin Mûşê, lê li balafirgehê polêsên dewleta Tirk ên dagirker cenaze revandin. Piştre xelkê cenaze bire nehiya Mûşê Ewranê di bin dorpêça dagirkeran de veşart. 

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP’ê û malbata Mîr Perwerî cenazeyê şehîdî ji Balafirgeha Mûşê wergirt. Wan xwest cenaze bibin nehiya Ewranê da ku veşêrin. Lê polêsên dagirker ên li balafirgehê, ewilî cenaze revandin, pişt re bi rêyeke din ber bi gund ve bi rê ketin. Li aliyê din, ketina xelkê ya bajarokî ji aliyê cendermeyan ve hate astengkirin, rêya ku polêsan ji bo biçin gund bi cenaze re bi kar anîn, ji aliyê leşkeran ve hat girtin.

Parlamentera HDP'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît wesayîta cenaze dişopand, lê cendermeyên dagirker ew rawestandin. Wan destûr neda ku wesayîta Koçyîgît derbas bibe. Li ser vê yekê Koçyîgît ji wesayîtê peya bû hewl da bimeşê bigihîje bajarokî. Lê nêzî bajarokî careke din hate rawestandin û nehiştin ew bikeve bajarokî. 

Polêsan cenazeyê Perwer revand û bir bajarokî. Destûr tenê dan ferdên malbata Perwer da ku tev li merasîma cenaze bibin. Cenaze di bin dorpêça leşker û polêsên dagirker de hate veşartin. Li aliyê din bi sedan kesên ku li ser rêyeke din a bajarokî hatin cem hev, bi meşê hewl dan xwe bigihînin Ewranê. Gava nûçeya me dihat amadekirin, xelkê li derdora bajarokî wê daxuyaniyek bidaya çapemeniyê. 

Rêwîtiya dawî li şehîdgeha Qendîlê 

Cenazeyê Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî doh gihişt Silêmaniyê, li wir xelkekî qelebalix xwedî li cenaze derket. Paşê jî cenaze ber bi Qendîlê ve hat birêxkirin. 

Cenazeyê Şehîd Evîn Goyî bi riya Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê gihîşte Silêmaniyê û ji wir bi karwanekî ber bi Şehîdgeha Mehmet Karasungur a li Qendîlê hate birêkirin. Xelkê gava ku nûçeya me dihat amadekirin, li Şehîdgeha Mehmet Karasungur a li Qendîlê, cenazeya şehîd Evîn Goyî disipart axê.

Bi sedan kes tevlî merasîmê bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.