Hewraman; Welatê Keviran

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 12 Mijdar 2022 - 06:30

  • Wênegir Husamettîn Bahçe piştî projeyên xwe yên “Koçer”, “Êzîdî”, “Sûryaniyên Turabdînê” û “Mazxana” vê carê bi projeya xwe ya “Hewraman” daye pey civakeke îzolekirî û di çarçoveya vê projeyê de gelek fotografên belgeyî girtine kitêba “Hewraman” jî encama wê ye.

ARDÎN DÎREN

 

Husamettîn Bahçe weke wênegirekî Kurd ji gotina “Tu yê li gencîneya xwe li wî cihî bigerî yê ku te ew lê winda kiriye…” feyz digire û projeyeke bi navê “Hewraman” ku ji gelek fotografên belgeyî pêk tê, biriye serî. Husamettîn Bahçe motivasyona xwe ya ji bo vê projeyê, wiha tîne ziman: “Min jî hêz ji van gotinan girt û min dît ku ez li ser jiyana sosyo-kulturî ya Hewramana ku pişta xwe spartiye Zagrosan, hevpeyvînê dikim. Kurt û kurmancî, ew çiya û mirovên li wan çiyayan dijîn, sedema çêkirina min ya vê projeyê ne.”

Husammettîn Bahçe wênegirekî ji Diyarbekirê ye. Weke endamekî “Kolektîfa NarPhotos a Fotografan” bêhtir bala wî li ser fotografên belgeyî ye û ew nexasim di vî warî de dixebite. Pêşangeha wî ya yekem bi navê “Koçer” derbarê koçeran de bû. Wî wêneyên gelek koçeran li zozanan girtibû û ev wêneyên xwe sala 2003’yan di pêşangehê de nîşanî xelkê dabûn. Piştî vê pêşangeha xwe, ew çû Başûrê Kurdistanê û vê carê da pey şopa Êzîdiyan û sala 2006’an jî pêşangeha bi navê “Êzîdî” vekir. Piştî vê xebata xwe wî dixwest behsa Sûryaniyên Turabdînê bike. Ji lewma, sala 2008’an jî pêşangeha bi navê “Sûryaniyên Turabdînê” vekir. Her wiha wî sala 2011’an jî jiyanên rojane yên li Amedê kire mijara kadraja xwe û bi navê “Mazxana” pêşangeheke din jî vekir. Ev xebata wî di heman demê de weke pirtûk jî hat çapkirin.

Xebata wî ya bi navê “Li welatê keviran; Hewraman” ya dawî ye. Piştî ku ew çend car çû serdana Hewramanê, pê re arşîveke baş çebûye û wî ev arşîva fotografan di pirtûka “Hewraman” de kom kir û ev pirtûk ji Weşanên Wêjegeh derçû.