Hewraman ket lîsteya UNESCO’yê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 29 Tîrmeh 2021 - 03:03

Herêma Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê ku di nav sînorên fermî yên Îranê de dimîne, ket Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO). Gundên herêmê ku bi kendalan ve hatine avakirin, bi avahîsazîbûna xwe balê dikişînin ser xwe. Herêm bi yekdengî ket Lîsteya Mîrateya Dinyayê. 

Hewraman wek muzeyeke servekirî ye

Piraniya gundên Hewramanê li bilindahiya 1700 metreyan hatine avakirin. Ferqa zêde ya di navbera cihê herî bilind û cihê nizm ê Hewramanê evqas zêde ye ku 3 herêmên avhewayî yê cuda lê çêbûne û wê weke parzemîneke biçûk ku xwedî şêwazên cihêreng ên jiyanî ye. Şêniyên Hewramanê bi kedek mezin li çiyayên asê ên Hewramanê qadên çandiniyê û niştecihbûnê çêkirine. Bi amûrên xwezayî av veguhastine bilindahiyên ku lê dimînin û çandinî kirine. Li wê herêmê heta metreyek ax nîne ku xelkê wê ew bi kar neanîbe û nav lê nekiribe. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.