Hewlêr navenda gendeliyê ye

Şemî 24 Tebax 2024 - 00:44

Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (United Nations Development Programı-UNDP) derbarê asta gendeliyê ya li Herêma Kurdistanê de raporek belav kir.

Li gorî raporê, gendeliya li Herêma Kurdistanê, herî zêde bi rêjeya sedî 43 li Hewlêrê pêk tê. Herwiha di rêza duyem de jî bi rêjeya sedî 33 Silêmanî û di rêza sêyem de bi rêjeya sedî 24 li Dihokê pêk tê. Di rapora Neteweyên Yekbûyî de hate gotin ku rêjeya gendeliyê li nav 20 wezaret û desteyên herêmê de pêk tê. Li gorî vê, di reza yekem de herî zêde gendelî di Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê de pêk tê. Di rêza duyem û sêyem de jî Wezareta Ceyran û Şaredariyê pêktê.

Di raporê de rêjeya gendeliyê ya li Wezareta Darayî bi rêjeya sedî 25 hate diyarkirin, di Wezareta Ceyranê de sedî 18 û di Wezareta Şaredariyê de jî sedî 17 hate diyarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.