Hewldana çareserkirina pirsgirêka avûhewayê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 21 Kanûn 2022 - 02:26

Pirsgirêka avûhewayê li ser rûyê dinyayê pirsgirêka herî girîng e. Ji ber rewşa avûhewayê ber bi xerabiyê ve diçe û qet baş nabe, hin saziyên hunerê jî mecbûr man ji bo çareserkirina pirsgirêkên avûhewayê bixebitin û çareseriyan bibînin.

Saziya bi navê “Gallery Climate Coalition” (GCC) ku di sala 2020’an de hate damezirandin vê meseleyê ji nêz ve dişopîne. Saziya ku bi armanca kêmkirina “karbon”ê derket rê, dixwaze di sala 2030’yî de ji sedî 50’î vê meseleyê çareser bike û bike ku bi tu awayî tişt neyên avêtin û dinya neherime. 

Qederê 850 saziyên hunerê endamê saziya GCC’yê ne lê saziyê ragihand ku gelek endamên wan li gor şert û mercên ku me lihev kiribû tevnagerin tenê hin ji wan saziyan tevlî “Planasaziya Çalakiyên Dekarbonizasyon”ê bûne. Li ser vê yekê, saziyê ragihand ku tenê wê ji bo kesên ku tevlî van çalakiyan dibin endamtiyê qebûl bikin. Ew bi vî awayî hewl didin saziyên din jî beşdarî van çalakiya bikin da ku bigihîjin armanca xwe.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.