Dewletan deriyên dojehê vekir

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 21 Îlon 2023 - 16:26

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Gûuterres diyar kir ku mirovahiyê bi sotemeniya fosîlê, 'deriyên dojehê vekiriye'.

Guterres di civîna bilind de li ser armancên avhewayê li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî axivî. Guterres got, zêdebûna emîsyona gaza serayê ku sedema germahiya global e, îsal bû sedema 'germahiya tirsnak' û 'şewatên mezin'.

Guterres got, “Mirovahiyê deriyên dojehê vekir. Bandora metirsîdar a germahiya zêde heye; cotkarên ku perîşan bûne, berhemên wan ji ber lehiyê tine bûn. Germahiya zêde dibe, sedema nexweşiyan û şewatên mezin rû didin. Bi hezaran mirov jî bi tirs direvin."

DYE û Çîn ku du hêzên herî zêde cîhanê gemarî dikin, beşdarî civîna bilind nebûn. Her wiha Meliktiya Yekbûyî jî pêşî li hin sozên li ser guhertina avhewayê girt.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî anî ziman ku hîn ne dereng e ku germahiya global di pileya 1.5'an de bê hiştin û destnîşan kir ku paşeroja dinyayê di destê lîderan de ye.

Guterres got, “Em hîna jî dikarin cîhaneke ji hewa paqij, karê paqij, enerjiya guncav ava bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.