Dewletê bi aktîvîstan bi hêsanî nekarî

Nûçeyên Cîhan

Duşem 16 Çile 2023 - 10:52

Li dijî biryara dewleta Elman a valakirina gundê Luztzerath ê li eyaleta NRW´yê ji bo ku şirketa RWE jê komirê derxe, bi dehhezaran kes li gund civiyan û biryar careke din protesto kirin. Piştî ku dadgeriya Elman jî biryar erê kiribû, polês dest bi valakirina gund ji xelkê û û aktîvîstan kiribû. Pêr qederê 35 hezar kes li gund civiyan û careke din biryara Elmanyayê rûreş kirin. Ji 2020´an ve aktîvîstên avhewayê gund dagir kiribû. Hîna jî aktîvîst li ser daran p hin aktîvîst jî di tunelên binê erdê de hewl didin, talana bi destê RWE´yê bisekinînin.

LUTZERATH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.