Li Iraqê krîza avê

Nûçeyên Cîhan

În 2 Hezîran 2023 - 14:25

Têkildarî bernedana pişka ava Iraqê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û rejîma Îranê ve, bi hatina werza havînê re destpêkirina qeyrana kêmaviyê û hişkesaliyê, parlementeran û pisporên çandinî û avê li Bexdayê ji Rojnews’ê re axivîn.

Endamê Lîjneya Çandinî û Mêrgan ya Iraqê Îbtisam Hîlalî got, “Îran û Tirkiye bi birrîna avê me dikin armanc û me dikujin. Ji bo baştirkirina rewşa av û çandiniyê pêwîstî bi destpêkirina şoreşeke pirralî heye da ku ji şêwazê avdana modern pêk bê. Herwiha danîna projeyên pêwîst û guncaw li mergan jî.”

Iraq li ber şerê navxweyî ye

Pisporê çandînî û avê Ela Bedran jî got, “Hikûmetan li pey hev ji bo bidestxistina mafê xwe yê avê ji welatên cîran bi awayekî bi bandor gav neavêtine. Ew bi xwe ji vê rewşê razî bûn.” Ela Bedran got, qeyrana kêmbûna avê li Iraqê dewam dike û rêjeya çolistanbûna zeviyên çandiniyê jî roj bi roj zêde dibe: “Ev jî bûye sedema kêmbûna asta sektora çandiniyê ya hilberîna navxweyî ya Iraqê ku gihiştiye ji sedî 40’î. Pêwîst e Iraq ji bo çareserkirina qeyrana avê pêngavên bilez û şênber bavêje. Ji ber ku Iraq li ber şerê navxweyî ye. Ji ber kêmiya avê li parêzgehên navîn û başûrê Iraqê eşîretên xwedî çek ji bo bidestxistina avê dikarin şer bikin.”

Tirkiye avê qut dike

Li gorî pirraniya pisporên jeolojiyê, sedema bingehîn ya çêbûna erdhej û wêrankariyên xwezayî ku di 7’ê Sibata îsal ve li Bakurê Kurdistanê, herêmên Tirkiye û Sûriyeyê pêk hatin, bendavên mezin ên Tirkiyeyê ne ku bi giştî 670 milyar metrekup av di wan de gewimiye.

Pêdiviya salane ya Iraqê ya bi avê digihîje 50 milyar metrekabî. Lê ava ji Tirkiyeyê tê nav xaka Iraqê salane 18 milyar metrekab e.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.