Koçberên krîza avhewayê

Nûçeyên Cîhan

Duşem 20 Mijdar 2023 - 16:17

Wêne: Asaad NIAZI / AFP

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand ku ji ber guherînên avhewayê 7 hezar malbat ji cih û warên xwe koçberî cihên cuda bûne. Wezaretê got, parêzgehên Diyale û Dîwaniye jî ketine lîsta wan parêzgehên ku xelkê wê ji ber guherîna avhewayê koçber dibin. Wezaretê got, herî zêde xelkê parêzgeha Zîqarê koçber dibe. Li gorî wezaretê zêdetirî 4 hezar malbat ji vê parêzgehê kober bûne.

Parêzgeha Mîsan jî di rêza diduyan de ye; 1354 malbat ji wir koçber bûne. Piştî wê jî Besra tê ku xelkê wê ji ber bêkarî û hişkesaliyê koçber dibin.
Ji parêzgeha Musena jî 409 malbat ji ber heman sedeman koçber bûne. Parêzgehên Diyale û Dîwaniye jî ketine nava lîsta wan parêzgehên ku xelkê wê ji ber guherîna avhewayê koçber dibe.

Hêjayî gotinê ye, Di salên dawî de dewleta Tirk a dagirker para Iraqê ya ji ava çemên Dîcle û Firatê kêmtir dike. Ji ber kêmbûna rêjeya avê û kêm barînê, li bajar û navçeyên dikevin başûrê Iraqê hişkesalî çêdibe û bandoreke nerênî li ser jiyana welatiyên Iraqê kiriye. Ji ber van sedeman gelek malbat karên xwe ji dest didin û neçar dibin koçberî bajar û navçeyên din ên Iraqê bibin.

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.