Bidawîhatina Sibatê, destpêka werza giyayên biharî ye jî. Giyayên weke kereng, karik û soryaz, ji wan giya û pincaran in ku xelk herî zêde li wan dipirse. Herêma çiyayî ya li sînorê îdareya serbixwe ya Soran ji aliyê van giyayan ve dewlemend e. Her wiha di dawiya Nîsanê de jî kîvark û giyayên rêvas û gelek cureyên din ên berhemên biharî çêdibin. Xelk ji bo anîna van berhemên biharî, berê xwe dide çiyayên zehmet da ku debara xwe bikin.
Hawkar Îsmaîl yek ji wan kesan e ku rojane ji bo komkirina berhemên biharî, berê xwe dide çiya û zozanên Balekayetî û Biradostê. Debara Hawkar Îsmaîl li ser vî karî ye, lê weke ku bi xwe dibêje îsal ji ber kêm barîna baranê, giyayên biharê kêm şîn bûne, hem rêjeya wan hem jî buhayê wan kêm e.
Avhewayê bandor li giya kiriye
Hawkar Îsmaîl di dewama axaftina xwe de diyar kir ku piraniya giyayên biharî li herêmên Balekayetî û Biradostê hene, beşek jî li sînorê Mêrgesor û Barzan hene: “Em bi xwe yan diçin çiyayan yan jî li vir ji xelkê dikirin. Îsal heta niha tenê soryaz, kereng û karik peyda bûne. Ewa heyî jî kêm e û têra xelkê nake. Ji ber ku guhertinên avhewayê bandor li ser giyayên biharî jî kiriye. Ji ber kêm barîna baranê, giya serî ranakin û şîn nabin.”
Ger baran neyê rewşê xerab bibe
Eswed Babo li bazarê giyayên biharî difiroşe: “Ji ber nebûna baranê, em ne rehet in û ger baran ne bare, wê rewşa giyayên biharî xirabtir bibe. Ji ber ku niha destpêka giyayên biharî ye, lê nebûna baranê bandoreke mezin li ser van giyayan dike.”
Eswed Babo da zanîn ku gelek daxwaz li ser giyayên biharî heye, lê ji ber kêmbûna baranê, berhemên îsal ne ciwan in: “Niha tenê soryaz, kereng û karik peyda dibe, demeke din wê luşik, rêvas û kuvark jî peyda bibin. Lê heger baran nebare, werza biharê wê ji bo giyayên biharî ne baş be.”
Seîd Hemedemîn li nav nêrgiz, soryaz û kerengan û dibêje, “Mûçeyên xelkê bi paş dikeve û nikarin di demê de berheman bikirin. Li aliyekê din jî ji ber kêm barîna baranê, giya kîm dibe.”
Halê hazir debar nabe
Salan e li çiyayên îdareya Soranê, xelk bi giyayên biharî yên weke kereng, rêvas, karik, soryaz, luşik, qurat û gelek curên din û her wiha bi kuvarkan debara xwe dike. Zêdetirî 50 kesan bi van giyayan debara xwe dikin, lê ji ber ku îsal buhayê wan kêm e nikarin debara xwe bi xweşikî bikin.
ROJNEWS / SORAN