Bahoza tozê li Cizîrê rabû

Duşem 17 Cotmeh 2022 - 17:52

Li deverên cuda yên herêma Cizîrê, bahoza tozê rabû. Pispor dibîjin, kesên nexweşiyên wan ên bêhnkişandinê hene, divê baldar bin û dernekevin derve.

Doh sibehê li herêma Cizîrê, bahoza tozê rabû. Bahoza tozê herî zêde bandorê li nexweşên sîstema bêhnkişandinê, dike.

Çavkaniyekî ji nexweşxaneya gel a Hesekê ragihand ku heta niha ji ber bahoza tozê rewşa hin nexweşên “rebû” yên ji navçeya Til Birakê ya kantona Qamişloyê giran bûye û ew rakirine nexweşxaneyê.

Li herêma Cizîrê her sal bahozên demsalî yên sivik-navîn rû didin, bi taybetî di demsalên bihar û payîzê de. Lê belê îsal ji ber hişkesaliya li herêmê, bahozên tozê dijwar bûn.

HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.