Li gorî nûçeya KirkukNowê, bi sedan hektar erdên navçeya Tilkîf a li Deşta Nînowayê, li aliyekî ji ber guhertina avhewayî û li aliyê din ji ber destwerdanên rêveberiyê, tê bêberkirin. Li gorî pisporên meseleyê, heger rêveberî guhertinên elaqedarî îmarê dewam bike, sektora çandiniyê li navçeyê wê bi temamî tine bibe.
Ji cotyarên Tilkîfê, Sufyan Ednan ji KirkukNOwê re gotiye: “Yek ji meseleyên sereke marjînalkirina plana parêzgehê ya çandiniyê ye. Ew destûrê nadin ku em erdên xwe cot bikin, ji ber ku hinan ji me destûra dozger wernegirtiye, yan jî em nikarin îsbat bikin ku em xwediyên erdan in yan jî ji bav û kalan ji me re maye.”
Tilkîf jî dikeve ber herêmên xala 140´î ya destûra Iraqê, yanî xelkê wan deveran diviyabû li gorî destûrê biryar bidaya, ka ew dixwazin ser bi Herêma Kurdistanê ve bin yan Iraqê.
Şaredarê Tilkîfê Basim Belo jî ji KirkukNowê re gotiye, “Meseleyên mezin hene û li pêşiya cotyaran asteng in, nahêlin ku ew erdên xwe cot bikin. Yek ji sedeman jî ew e ku li ser deverê lihevkirinek nîne. Wekî din destwerdan hene û hin erd jî hatine desteserkirin û li îmarê hatine vekirin. Plansaziya xirab a dewletê di warê îmar û avahîsaziyê de dike ku xelk erdên çandiniyê veguherînin erdên avahîlêkirinê”
Tilkîf 20 kîlometreyan li bakurê Mûsilê ye û pirraniya xelkê wê Kurd in. Serjimara wê weke 300 hezarî tê texmînkirin û bêhtirî 100 gundên wê hene.
NAVENDA NÛÇEYAN