Hişkayî tenê ne li Efrîka li her derî ye!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 27 Cotmeh 2022 - 05:32

  • Paul Nicklen; “Dixwazim meriv li van wêneyan binihêrin û herin bi çavê xwe bibînin. Hişkayî tenê li Efrîka û Awistralya nîne û ev ne tiştekî nû ye jî. Bila zanibin ku li vir, ango li Emerîkayê û Kanadayê, yanî li pişt mala me jî heman tişt diqewime.”

XASÊ CÛNÊ

 

Paul Nicklen wênegirekî ji Kanadayê ye. Qederê 20 salan wêneyên dinyayê girtiye û xweşikiya wê nîşanî xelkên cîhanê daye. Wî nexasim jî rewşa dinyayê ya ku her roj ber bi xerabûnê ve diçe weke belge girtine û di gelek pêşangehan de bal kişandiye ser vê xeteriyê. Paul Nicklen ji bo kovara National Geographic û Sony Artistan of Imagery dixebite û heya niha gelek wêneyên wî di van kovaran de hatine weşandin. Wî heta niha di vî warî de bi qasî 30 xelatên baş wergirtine. Ji bilî karê wênegiriyê di heman demê de nivîskariyê jî dike. Di gelek konferansan de derbarê ezmûn û ceribînên xwe de diaxive û serpêhatiyên xwe bi insanan re parve dike.

Her wiha ew damezirînerê “Sea Legacy” e jî. Sea Legacy, bi riya dîtbariyê hewl dide xelkê di derbarê oqyanûsan de hişyar bike û guherîna avûhewayê ya li dinyayê nîşanî wan bide. 

Paul Nicklen di van demên dawî de xebateke bi navê “Delta” pêk aniye. Ev xebata wî jî dîsa ji wêneyên xewzayê pêk tên û wî di vê xebata xwe de dîsa balê biriye ser xwezayê. Ji xwe ew hunerê xwe ji bo merivan biguherîne û hişyar bike bikartîne. Armanca wî ya sereke ev tişt e. Wî bi xebata xwe ya “Delta” gelek wêneyên ji jor girtiye û bi kadrajên mezin guherîna avûhewayê qeyd kiriye. Wêneyên girtine çawa ku bi destan hatibin xêzkirin ewqasî ku xweşik û bi bandor in. Bi vê xebata xwe rewşa dawî ya ku insan bûne sebebê wê û li ser avûhewayê tesir kirine nîşanî me dide. Yanî meriv dikare bibêje ku Paul Nicklen wêneyê dilê çem girtiye û bi van wêneyan bûye dengê nalîna vî dilê.

Çemê miçiqî nîşaneya guherîna avûhewaye ye

Di van wêneyên wî de em “Çemê Colorado” dibînin. Çemê Colorado diherike Behra Cortez. Lê di van salên dawî de beriya ku ew xwe bigihîne Behra Cortez dimiçiqe û ziwa dibe. Çemê ku bi salan li bajarê Baja yê Meksîkayê diherikî edî weke berê bi coş naherike û bi ziwabûnê re rû bi rû ye! Ji xwe wêneyên Paul Nicklen jî vê rastiyê baş radixin ber çavan. Lê sedema ku çem dimiçiqe tenê guherîna avûhewayê nîne, her wiha bendavên ku li ser çem hatine çêkirin jî dibe sedem ku çem bimiçiqe û weke berê neherike. Li gor agahiyên Paul Nicklen dide li ser Çemê Colorado 12 bendav hatine çêkirin û roj bi roj ev çem ziwa dibe. Ji xwe wêneyên Paul Nicklen vê ziwabûn û miçiqînê baş rave dikin.

Li pişt mala me jî heman hişkayî heye!

Paul Nicklen van wêneyên xwe weke damar û dilê xwezayê dinirxîne. Ji xwe dema meriv li wêneyên wî dinihêre çemê miçiqî weke insanekî tazî tê xuyanê. Paul Nicklen armanca karê xwe ango vê xebata xwe wiha tîne ziman, “Dixwazim meriv li van wêneyan binihêrin û herin bi çavê xwe bibînin. Hişkayî tenê li Efrîka û Awistralya nîne û ev ne tiştekî nû ye jî. Bila zanibin ku li vir, ango li Emerîkayê û Kanadayê, yanî li pişt mala me jî heman tişt diqewime. Guherîna avûhewayê li her derî pêk tê, ev rastiyeke dijwar e û tesîra xwe li hemû xelkên cihanê dike.”

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.