Protestoyên li muzeyan ne tiştekî nû ne!

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 7 Mijdar 2022 - 05:48

  • Di van demên dawî de li muzeyan gelek çalakî pêk tên. Bêguman çalakiyên li muzeyan ne tiştekî nû ye. Ji bo bala xelkê bikişînin ser hin meseleyan, çalakvanan ji berê de li muzeyan protesto dikirin. Van çalakiyên wan gelek caran encam digirtin û tiştên dixwestin, didan qebûlkirin. 

XASÊ CÛNÊ

 

Di van demên dawî de li muzeyan gelek protesto pêk tên. Ji bo bala xelkê bikişînin ser rewşa xwezayê aktivîstên avûhewayê li hin muzeyên dinyayê yên ku ew gelek navdar in çalakiyên cur bi cur pêk tînin. Ev çalakiyên wan bêhtir li hember tabloyên navdar in; yan xwe bi tabloyan ve dizeliqînin û yan jî boyaxê bi ser tabloyan de dirijînin. Biveneve ev çalakiyên wan çalakiyên berê yên li muzeyan tînin bîra xelkê, ji lewma protestoyên li hember muzeyan ne tiştekî nû ye û ji zûde ye çalakiyên wiha pêk tên.

Li gel ku ev rêbaza protestoyê li gelek ciyan tê nîqaşkirin û rast nayê dîtin jî, protestoyên bi vî rengî her dewam dikin. Meriv dikare bibêje, ev protesto hin caran encam didin û armanca çalakvanan diçe serî. Ew bi vî awayî balê dikişînin ser xwe û derdên xwe vedibêjin. Tabloyên ku zirarê dibînin jî paşê tên restorekirin û dîsa bi aweyekî li muzeyan cih digirin.

Çalakiya ji bo parazvanê mafê jinan

Me got, ev çalakî ne nû ne, sala 1914’an Mary Richardson ku parazvanê mafê jinan, şagirtê hunerê û rojnameger bû, li London National Gallery çalakiyek kir. Wê berhemê şêwekarê Spanyolî Diego Velazquez yê bi navê “The Toilet of Venus” kêr kir û tablo qelişî! Mary Richardson ev çalakiya xwe ji bo aktivîsta bi navê Emmeline Pankurst pêk anîbû. Emmmeline Pankurst jî mafên jinan diparast û aktivîsteke siyasî bû. Ji ber çalakiyên xwe hatibû girtin û cezayê hepsê lê hatibû birrîn. Piştî ku ew kete hepsê dest bi greva birçûbûnê kir û li ser vê yekê ew serbest berdan. Tabloya Diego Velazquez jî piştî hate restorekirin ji nûve li muzeyê hate nîşandan.

Tony Shafrazî, ‘hemû derewan bikujin!’

Sala 1974’an jî hunermendê Îranî Tony Shafrazî, bi boyaxên sprey li ser tabloyê “Guernica” yê Pablo Picasso ku li muzeya MoMA dihat nîşandan wiha nivisî, “Kill Lies All” yanî “derewan hemûyan bikujin!” Tony Shafrazî ev çalakiya xwe li hemberî serokê DYE’yê Richard Nixon pêk anîbû û efûkirina leşkerê bi navê Willam Calley yê ku di şerê Vîetnamê de cih girtibû qebûl nekir. Leşkerên Emerîkayê sala 1967’an de li Vîetnamê qetlîama bi navê “My Lai” pêk anîbû, ev leşker jî ji ber vê yekê dihat dadgehkirin û jixwe yê dihat dadgehkirin jî tenê ev leşker bû, wekî din kesên bên dadgehkirin tine bûn. Piştî ku Richard Nixson ev leşker jî efû kir, Shafrazî xwe negirtibû û çalakiyeke wiha kiribû. Wî peyva “derewan hemûyan bikujin” jî ji pirtûka James Joyce ya bi navê “Finnegans Wake” girtibû. Di vê pirtûkê de hevokeke wiha hebû, “Lies. All lies”. Tabloya Guernica jî piştî hate restorekirin dîsa li muzeyê hate nîşandan. Ji ber ku tablo bi vernîkê hatibû parastin, nivîsa Shafrazî zêde tesîr lê nekir û ew zû hat restorekirin.

Dermanê êşbir ‘OxyContin’ bendewariyê çêdike

Protestoya di sala 2018’an de li hember şirketa “Purdue Pharma” ya dermanan jî deng da. Ev şirketa dermanan dermanekî bi navê “OxyContin” derdixist ku ew êşbir bû. Vî dermanî bi merivan re bendewarî çêdikir û bi xwe ve girê dida. Aktivîstan ji bo ku li hemberî xwediyê şirketa Sackler û malbata wî çalakî li dar bixin, li “Metropolitan Museum of Art” kom bûn û dermana êşbir ya “OxyContin” li xelkê belav kirin. Paşê jî xwe li erdê dirêjkirin û bi awayekî sembolîk îşaret bi mirinê kirin. Dîsa di heman salê de çalakvanan hin reçeteyên ku li ser ev derman dinivîsî li nav “Guggenheim Museum” virvirandin. Her wiha wan çalakiyên bi vî rengî li “Muzeya Louvre”, “Harvard Art Museum” û “Victoria and Albert Museum” jî pêk anîn. Di dawiya van çalakiyan de ev muzeyên ku me navê wan hilanî, mecbûr man têkiliyên xwe bi malbata Sacker re bibirrin.

Di van demên dawî de jî aktivistên parastina hawirdorê û yên avûhewayê li muzeyan çalakiyan dikin. Herî dawî endamên koma “Letzte Generation” li Elmanyayê li hemberî tabloya “Les Mueles” ya Claude Monet çalakiyek kir û kartolê eciqandî virvirandin ser tabloyê. Aktivîstên Just Stop Oil jî bi ser tabloya Vincent van Gogh ê bi navê “Sunflowers” de şorbeya firingiyan rijandibûn. Her wiha dîsa çalakvanên Just Stop Oil li Hollandayê êrişî tabloya Johannes Vermeer ya bi navê “Girl with a Pearl Earring” kiribûn.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.