Gelo wê soza xwe bi cih bînin!

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 20 Kanûn 2022 - 00:56

  • Peymana di civîna bilind a COP15’ê de ku nûnerên hemû dewletan tê de beşdar bûn, weke "dîrokî" hate nirxandin.

Nûnerên dewletan, li bajarê Kanadayê Montrealê, civiyan. Wan ji bo rawestandina tinekirina pirrengî û cihêrengiya biyolojîk û çavkaniyên ji bo mirovahiyê girîng in, li hev kir. Lê weke timî, pirsa, gelo ew ê peyman û sozê xwe bi cih bînin yan na, li holê ye.

Peymana di civîna bilind a COP15’ê de ku nûnerên hemû dewletan tê de beşdar bûn, weke "dîrokî" hate nirxandin.

Di metna dawîn de armanca dewletab ew e ku heta sala 2030’î ji sedî 30´ê erdên dinyaya me biparêzin.

Serokê Çînî yê COP15’ê Huang Runqui ragihand ku peymana bi armanca parastina baştir a cihêrengiya biyolojîk li dinyayê, duşemê sibehê hatiye qebûlkirin.

Metn roja Yekşemê ji aliyê Çînê ve hat pêşkêşkirin. Armanca parastina ji sedî 30´ê erdên dinyayê ya metnê de ji qederê 20 tedbîran pêk tê. 

Niha tenê ji sedî 17’ê erdê û ji sedî 8’ê behran tên parastin.

Di metnê de ji bo gelên cihî jî yên ku wekî parêzvanên ji sedî 80’yê cihêrengiya biyolojîk ên cîhanê tên dîtin, garantî tên dayîn.

Ji bo çareserkirina pirsgirêka parastinê ya ji newekheviya halxweşiya aborî ya di navbera Bakur û Başûr de tê pêşniyazkirin ku heta sala 2025’an alîkariya navneteweyî ya ji bo parastina cihêrengiya biyolojîk "herî kêm bigihêje 20 mîlyar dolarî" û heta  sala 2030’î jî herî kêm bigihêje "30 milyar dolarî".

MONTREAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.