Liba zîpikan bi qasî goka golfê 

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 23 Hezîran 2021 - 11:03

  • Li Elmanyayê zîpikê zirareke mezin da xanî, wesaît û erdên çandî.

Pêr bi şev li gelek deverên başûrê Elmanyayê, nexasim li eyaleta Bayernê û li gelek deverên Swîsreyê, zîpikê zirareke mezin da xanî, wesaît û erdên çandî. Zirara mezin li Oberbayern, Niederbayern û Schwabenê bû.

Li gundê Wolfratshausenê zîpikê xisareke cidî kir. Li wir libên zîpikê ji gokên golfê mezintir bûn. Li gelek erebeyên li derve mayî zirareke mezin bû. 
Ji bilî vê li deverên din jî camên erebeyan, gelek banên ji camê yan jî ji lekê jî bi zîpikê şikestin. Nexasim jî li gundên bajarê Ebersbergê. Polês û tîmên agirkuj tevahiya şeva duşem qulibî sêşemê, bi sedan seferên hewarê kirin.

AUGSBURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.