29'ê meha bihurî di Fuara Erebeyan a li bajarê Elmanyayê Munchenê de, 13 endamên Scientist Rebellion (Serhildêriya Zanyarî) çalakiyek kirin ji bo balê bibin ser krîza avhewayê. Wan li mekanê danasîna markeya erebeçêker BMW, xwe bi erebeyeke li fuarê ve zemq kir. Polês bi ser wan de girt, û ji wan 12 kirin nezaretê. Pêr dadgerê lêpirsînê biryara di nezaretê de ragirtina wan ji bo lêpirsînê heta bi hefteyekê da. Scientist Rebellion li ser vê yekê da zanîn ku ew ê heta 4´ê vê mehê yanî sibe çalakiyên xwe dewam bikin ji bo ku balê bibin ser krîza avhewayê û hewldanên pîrûpakkirina pîşesaziya erebeçêkirinê. Ew dixwazin ku Elmanya bibe nimûneyek ji bo dinyayê û hilberîna karbonê daxîne sifirê. Ew her wiha şermezar dikin ku mirov ji ber çalakiyên bi temamî pasîfîst tên girtin û doz li wan tên vekirin.
MUNCHEN